Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevgera Azadî: Divê em eniya muxalefetê ava bikin 17.10.2020

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah têkildarî sala 6’an a partiya xwe daxuyaniyek da û got: “Desthilat niha li ber hilweşînê ye. Divê em eniyeke ya muxalefetê ava bikin.”

Hevserokê Partiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Ebdulah di salvegera 6’emîn a damezrandina partiya xwe de ragihand ku di nava 6 salan de wana ji bo çareseriya rewşa Başûrê Kurdistanê gelek proje pêşkêş kirine. Ebdullah diyar kir ku desthilata niha di dema xwe ya hilweşînê de ye û ji bo ku bimîne jî destkeftiyan dike qurbanî.

Di salvegera 6’an a Tevgera Azadî de Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Bbdulah li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Hevserokê Tevera Azadî Mihemed got: “Tevî hemû astengiyan, em têkoşîna xwe dewam dikin. Hertim helwesta me ya li hemberî tundûtujiya dijî jinan û xirabiya rewşa welatiyan çêbû û wê dewam bike. Me di nava 6 salan de çend caran ji bo çareseriya rewşa welatiyan û herêmên dikevin madeya 140’an de, projeyên çareseriyê pêşkêş kir. Desthilat bi awayek xirab danûstandinê dike. Niha jî heman desthilat di dema xwe ya hilweşînê de ye. Ji bo ku li ser desthilatiyê neçe jî, her roj beşek ji destkeftiyên Kurdan dike qurbanî.”

Ebdullah bang li rewşenbîr, hunermend û hemû welatiyan kir û got; “Em hemû bi hev re sîstema xwe bi rêxistin bikin. Em eniyek muxalefetê di nava xwe de pêkbînin û ji bo çareseriya pirsgirêkan zextê li desthilatdariyê bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv