Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevgera Çand û Hunerê konferansa xwe ya 7’an li çiyayên Kurdistanê pêk anî 02.03.2021

 

TEVGERA ÇAND Û HUNERÊ
KONFERANSA XWE YA 7’AN LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ PÊK ANÎ

Tevgera Çand û Hunerê di navbera 21 û 28’ê Çile de Konferansa xwe a 7’an pêk anî.

Konferans li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevlîbûna 93 delegeyan hat lidarxistin.

Tev-Çand’ê encamnameya konferansa xwe bi raya giştî re parve kir.

Di encamnameyê de tê gotin, konferans bi xwendina perspektîfên Rêber Apo ên têkildarî çandê dest pê kiriye û wiha dewam dike:

Ji nirxandina 7 rojan bi bbiryardarî derket holê ku tevgera çand û hunerê wê ji eniya xwe ve bi awayekî çalak bibe beşek ji pêngava “Dema Azadiyê ye”.

Hîmê sereke ên xebatên me wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Ev yek jî bê goman wê li ser şopa şehîdên azadiya Kurdistanê pêk were.

Wek tê zanîn li herêma me û bi taybet welatê me Kurdistanê hem şereke dijwar û hem jî têkoşîneke şoreşgerî birêve diçin.

Di encamnameyê de îşaret bi hewldanên pêşxistina asîmîlasyon û qirkirina çandî ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê kirin û weha dewam dike:

Li hemberî hewldanên tinekirina çand, ziman û nasnameya Kurd, ji her demê zêdetir, girîngiya kar û xebatên çand û hunerê xwe didin der. Di wextekê de ku hêzên kapatîlîst bi rêya hunerê hewl didin pergalên xwe bihêz bikin, tevgera me a çand û hunera demokratîk xwedî biryare ku li dijî her cûreyên asîmîlasyon û siyasetên qirkirinê bi erk û berpirsiyariyên xwe rabe.

Ji bo vê yekê jî lazime li her deverê hunermendên Kurdistanê li dora nirxên têkoşîna azadiyê bibin yek li dijî faşîzmê di nava hevgirtinê de bin.

Di heman demê de pêwîstî li hemberî hewldanên perçekirina çanda Kurd a resen ku bi rêbazên populîzm, azadiya sexte û dûrketina ji nirxên civakê têne kirin, têkoşîn were bihêzkirin.

Ev yek jî encax li ser hîmê civakbûyîna çanda komunal û xurtkirina têkoşîna li dijî siyasetên şerê taybet, dikare biserkeve.

Berovajî eger li dijî van têgehên çewt xebat neyê kirin, bi demê re wê civak ji nirxên xwe were dûrxistin û di encamê de hemû hewldanên hêzên serdest jî bêne rewakirin.

Bi vê bîr û baweriyê konferansa me a 7’an bi awayekî serkeftî bi encam bû û biryardariya serkeftinê careke din nîşan da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv