KAMPANYA “EM XWE DIPARÊZIN”
BI BEŞDARIYA HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN LI ÎZMÎRÊ JIN LI HEV KOM BÛN
Tevgera Jinên Azad di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de li Parqa Ûgûr Mûmcû ya Guzel Tepe ya li navçeya Çîglî ya Îzmîrê, bi jinan re hat gel hev.
Hevseroka KCDê Leyla Guven li vir axivî û diyar kir, ewê jiyaneke bê xweparastin qebûl nekin.
Di çarçoveya kampanya TJA a “Em Xwe diparêzin” li navçeya Îzmîr Çîğlî jin li hevkombûn.
Tevî hevseroka KCDê Leyla Guven gelek jin beşdarî kombûna li parka Ugur Mûmcu bûn.
Hevseroka KCDê Leyla Guven li vir axivî û diyar kir, ku armanca wan ji vê kampanyayê pêşîlêgirtina kuştina jinan û eşkerekirina wan e.
Leyla Guven destnîşan kir ku ew ne namûsa kesekî ne û got, namûsa me welatê me û azadiya me ye. divê em divê çarçoveyê de xebatên xwe bidin meşandin.
Jinên cîhanê divê li dijî şîdeta mêr serî netewînin û parastina xwe pêşbixin. jiyaneke bê xweparastin em ê qebûl nekin.
Hevseroka KCDê daxuyakirin ku ji bo vê jî pêwîstî bi xwerêsitineke xûrt heye û got,
Jin tûcarî li hember êrişan bê çare nemaye. Dema Sakîne Cansiz li zindana Amedê tifî rûyê Esat Oktay kir dîrok derket holê.
Arîn Mîrkan ji bo girê Miştenûr nekeve bedana xwe kir bombe û bi ser çeteyên DAIŞê de çû. Çare li vir hat avakirin.