Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçe JinNûçeyên Dawî

Tevgera Jinên Têkoşer hat damezrandin

 

 

TEVGERA JINÊN CIWAN A TÊKOŞER-TEKO-JIN
PIŞTÎ CIVÎNA DU ROJAN BI DAXUYANIYEKÊ HAT RAGIHANDIN

Jinên Kurd li derveyî welêt rêxistinbûyîna xwe xurttir dikin.

Jinên Ciwan ên Têkoşer û Enternasyonalîst di vê çarçoveyê de Tevgera Jinên Ciwan a Têkoşer- hat ragihandin.

Jinen dibêjin ewê li navenda kapîtalîzmê jiyana sexte ya li ser wan tê ferzkirin qebûl nakin.

Li derveyî welêt, jinên Kurd bi TJK-Ewropayê û gelek rêxistin û saziyên di bin banê wê de xwedî rêxistinbûyîneke xurt in.

Jinên Kurdistanî bi vê rêxistinbûyîna xwe li derveyî welêt, pêşengiyê ji têkoşîna azadiya jinê re û tevahiya çalakiyan re dikin.

Îro rêxistineke din jî li bin banê TJK-Ewropayê bi daxuyaniyekê zêde bû.

Jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst ev 2 roj bûn di civînê de bûn.

Piştî civîna du rojan bi daxuyaniyekê Tevgera Jinên Ciwan a Têkoşer-TEKO-Jin bi daxuyaniyekê hat ragihandin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên li dijî ciwanan li Ewropayê hat kirin, ka çawa pergala kapîtalîst dixwaze wan bihelîne.

Li hemberî vê yekê, girîngiya têkoşîna civakê hat destnîşankirin.

Avakirina Tevgera Jinên Ciwan a Têkoşer jî wiha hat ragihandin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv

16:00 Nûçe Jin

Stêrk Tv