Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevgera leşkerî ya dewleta tirk a dagirker li Licê didome 23.01.2021

 

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
ARTÊŞA TIRK LI ÇIYAYÊ AGIRÎ DEST BI TEVGERÊ KIR

Wezareta karê hundir a Tirk îro bi daxuyaniyekê ragihand ku bi navê ‘Eren-3’ li Çiyayê Agirî dest bi tevgera dagirkeriyê kirine.

Li gorî daxuyaniyê, hezar û 40 esker, polîs, tîmên taybet û cerdevan beşdarî vê tevgerê bûne.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin, helîkopter jî, ji hewayê piştgirî didin tevgera dagirkeriyê.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
TEVGERA LEŞKERÎ YA LI LICÊ DIDOME

Tevgera eskerî ya bi navê ‘Eren-2’ ku 9’ê Çîleyê li navçeya Amedê Licê destpêkiribû jî didome.

Ev tevger bi giranî li herêma gundên Zenge, Helhel, Mişrif û Karvasê tê berfirehkirin.

Ji ber tevgerê derketina zozanan û çûnûhatina welatiyan jî li gelek deveran hatin qedexekirin.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
WALÎTIYA DAGIRKER LI BEDÎLÊ GELEK HERÊM WEK QEDEXE RAGIHAND

Di vê navberê de dewleta Tirk ji bo ku bikaribe bi rehetî tevgera dagirkeriyê pêk bîne derketina herêmên çiyayî qedexe dike.

Waliyê dagirker gelek herêmên girîdayî navend û navçeyên Bedlîsê heta dawiya salê, derketina gelek newal, zozan û geliyan qedexe kir.

Ev jî hatin dîtin

Rêveberiya Xweser li Hesekê projeya avê pêş dixe 25.02.2021

Stêrk Tv

Mûrat Karayilan: Em şerê hebûnê dimeşînin û ew nikarin bi kuştinê me biqedînin 25.02.2021

Stêrk Tv

Mihemed Seydî: Dirûtiya Ewrûpayê li hemberî HDP’ê û kurdan 25.02.2021

Stêrk Tv

Ferda Çetîn: Nameyên banga ser wezîfeyê 25.02.2021

Stêrk Tv

Ertûgrûl Kurkçu: Piştî Garê 25.02.2021

Stêrk Tv

Hevseroka partiya çep a alman Die Linke: Ji bo bidawîkirina zextên li ser HDP’ê pêşî li Erdogan bigrin 25.02.2021

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!