Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevgera qirkirina siyasî ya AKP li dijî HDP’ê didome

 

Hêzên Tirk ên li Qersê bi tevgera qirkirina siyasî dest bi rojê kirin.

Tevî hevşaredar Şevîn Alaca, gelek kes kirin binçavan.

Navnîşana qirkirina siyasî ya vê sibê, bajarê Qersê bû.

Polîsên Tirk berbangê sibê avêtin ser mala Hevşaredar Şevîn Alaca û gelek kesên li bajarê.

Di serde-girtinan de tevî hevşaredar Şevîn Alaca, alîkarê hevşaredar Muazez Çagritekîncî, Hevserokê HDP’a bajêr Cengîz Anli gelek kes hatin binçavkirin.

Di nava lîsteya kesên bên binçavkirin de, navê 19 kesan hene.

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di çarçoveya qirkirina siyasî hefteya derbasbûyî de hatibû binçavkirin.

Ayhan Bîlgen doh diyar kiribû ku, eger dema ji binçavan derkeve, bi destê qeyûm şaredarî nehatibe dagirkirin, wê ji şaredarî îstifa bike.

Eger Bîlgen îstifa bikira, ji ber piraniya endamên meclîsê destê HDP û CHP’ê de bûn, dihat payin kesek ji HDP’ê were hilbijartin.

Lewma ev tevgera qirkirina siyasî wekî amadekariya desteserkirina şaredariya Qersê tê dîtin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv