TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ “KOBANÊ”
DEMA BINÇAVKIRINÊ YA SIYASETVANAN HAT DIRÊJKIRIN
20 siyasetvanên di çarçoveya tevgera qirkirina siyasî ya bi navê Kobanê de hatibûn binçavkirin hê jî di bin çavan de ne.
Dewleta Tirk doh xwarina bi jahr da siyasetvanên di bin çavan de ne.
Û îro jî dema binçavkirinê wan ji bo 4 rojan dirêj kir.
25’ê Îlonê Endamên Desteya Rêveberiya Navendî, Hevşaredar û parlementerên berê jî di navê de 20 siyasetvan hatibûn binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, ku bi fermana Tayîp Erdogan tevgeriya derheqê 82 kesan de biryara binçavkirinê dabû.
Hê jî destûr nayê dayîn siyasetvanên bi parêzerên xwe re li ser dosyayê hevdîtinê bikin.
Ayhan Bîlgen doh ji parêzerên xwe re ragihand, ku ji ber xwarina dane wan bi jahrê ketine.
Polîsên dewleta Tirk demeke dirêj Ayhan Bîlgen, Can Memîş û Îsmaîl Şengûn ranekirin nexweşxaneyê.
Encex li ser hewldanên parlementerên HDP’ê siyasetvan rakirin nexweşxaneyê.
Tevî ku 4 roj di ser binçavakirina wan re derbasbû, hê jî dayîna îfadeyê ya siyasetvanan destpê nekiriye.
Serê sibê 20 siyasetvanên binçavkirî birin edliya Enqerê.
Serdozgerê Tirk li vir daxwaza dirêjkirina dema binçavkirinê kir û dadgehê ev daxwaz jî qebûl kir.
Li gorî biryarê, wê siyasetvan 4 rojên din di bin çavan de werin hiştin.