Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevgera Şoreşger a Yebûyî ya gelan: Pêngava KCKÊ wê hêzê bide têkoşîna şoreşgerî 22.09.2020

 

TEVGERA ŞOREŞGER A YEKBÛYÎ YA GELAN
“PÊNGAVA KCK’Ê WÊ HÊZÊ BIDE TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERΔ

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan pêngava ku KCK’ê daye destpêkirin silav kir.

HBDH’ê anî ziman dê pêngava KCK’ê hêzê bide têkoşîna şoreşgerî.

Ev têkoşîna şoreşgerî jî wê faşîzmê hilweşîne.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bi daxuyaniyekê ve pêngava ku KCK’ê daye destpêkirin silav kir.

HBDH’ê diyar kir ku ev pêngav li Tirkiye, çar aliyên Kurdistan û Ewrûpayê bi dirûşmeyên têkoşînê û bi daxuyaniyên xwedîderketinê xurtir dibe.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev pêngav li dijî polîtîkayên dagirkerî û şer ên desthlatdariya AKP-MHP’ê hatiye destpêkirin û wiha hat gotin;

Ev pêngav li dijî şer, mêtingerî û polîtîkayên asîmîlasyonê yên faşîzmê helwesteke şoreşgerî ye. Pêngava KCK’ê wê hêzê bide têkoşîna şoreşgerî.

Li ser vê bingehê wezîfeya hêzên şoreşa yekbûyî ew e ku, têkoşîna hevpar a şoreşa Kurdistan û Tirkiyê mezin bikin.

Têkoşîna azadî, edalet û wekheviyê ya gelê Kurd dema ku bi têkoşîna azadiyê ya karker û kedkarên Tirkiyeyê re bû yek, wê xurtir bibe. Hêzên me wê li eniya Tirkiyê bikevin nava têkoşîneke ku li dijî faşîzmê şer dikin û hesab ji faşîzmê dixwazin.

HBDH’ê anî ziman ku têkoşîna hevpar a hêzên şoreşa yekbûyî wê faşîzmê hilweşîne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv