Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Zindî, Kurdistan
Jin

Tevî xeteriya virûsa Koronayê W. Maxmûrê hê di çemberê de ye

 

BELAVBÛNA VÎRUSA CORONA LI MEXMÛRÊ . BÊRÎVAN UNVER:HEWCEDARIYA ME BI AMÛRÊN TENDURISTIYÊ HEYE

Deverek din ya bi metirsiya şewbê re ru bi ru ye kampa penaberan Şehîd Rustem Cûdî Mexmûre.

9 mehe kapam hatiye tecrîd kirin ji aliyê rêveberiya başûrê Kurdistanê de

Endama Komîteya Tenduristiyê ya kampê Bêrîvan Unver ji bo amûrên tibî banga alîkariyê kir.

Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê 9 meh in dorpêçkirî ye ango ambargo li ser heye.

Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê metirsiya li ser wargehê zêde bû.

Ligel riska vîrûsê jî ambargoya li Mexmûrê nayê rakirin û wargeh li gorî derfetên xwe tedbîr digirin.

Endama Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê Bêrîvan Unver têkildarî mijarê ji JinNews re axivî.

Bêrîvan Unver diyar kir ku tevî wargeh di bin venêrîna Neteweyên Yekbûyî ye jî, erka xwe bicîh nayne û bi tu awayî alîkarî neda wargehê,

Bêrîvan Unver derbarê xebat û amadekariyên li dijî vîrûsa korona ya li Wargehê jî wiha got, em bi derfetên xwe tedbîran digrin, lê amûrên me yên tibî gelekî kêm in.Hewcedariya me bi pêdiwiyên tibî heye.

Endama Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê Bêrîvan Unver di dawiya axaftina xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî, Iraq û PDK’ê kir û got, divê dorpêç bê rakirin. Di rewşeke peydabûna vîrûsê de derfetên me yên em
li dijî vîrûsê têbikoşin nîne.

Ev jî hatin dîtin

Salvegera Komkûjiya Qeraçoxê

Stêrk Tv

Kampanya Malbatên Xwişk û Bira ya HDPê û Heyva Sor a Kurdistanê dayî destpêkirin didome.

Stêrk Tv

Kiryarên bê axlaq ên rejîma AKP li ser cenazeyên gerîlayan

Stêrk Tv

Doza Sabahat Tûncel û Gulten Kişanak

Stêrk Tv

Jinên Ciwan en Têkoşer li ser kuştina jinan li Başûr daxuyanî da

Stêrk Tv

Sozdar Avesta: Îro 4″ê Nîsanê ji bo me Rojbûneke dîrokî ye

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!