Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tevna MÎT a Tirk li Rojava hate jihevxistin

 

Hêzên Ewlekariyê Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûrî operasyonek girîng kir.

Hêzên Ewlekariyê pêşî li tevna Sîxurî ya dewleta Tirk Mîtê girt.

Di operasyonê de 6 kesên tevna sîxuriyê belav dikirin hatin girtin, ku 2 ji wan jinin.

Kesên hatin girtin li xwe mikur hatin ka çawa ketine xefka MÎTê û bûne sîxur.

TEVNA SÎXURIYÊ YA MÎT’Ê HAT BELAVKIRIN
6 KESÊN 2 JI WAN JIN HATIN GIRTIN Û LI XWE MIKUR HATIN

Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî demek dirêj ji şopandina teknîkî û fîzîkî û di encamên agahiyên istixbaratî de tevna sîxurî ya 6 kesan pêk tê belav kirin.

Ev tevna sîxurî ya MÎT’a dewleta Tirk e.

6 kesên 2 ji wan jin, li xwe mikur hatin.

Li gorî agahiyan, her şeş kesên bi navê Canê, Şîlan Elî Ehmed, Eymen Bedredîn Ehmed, Elî Necîp Omer, Hesen Abdulhemîd Mûrad û Mihad Hadî Hiso hê jî tên lêpirsînkirin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê-ANHA bi nûçeyekê û dîmenên sîxuran ev yek ragihand.

Kar û barê, ku van sîxuran hildan e ser milan, tespîtkirina cihê fermandarên QSDê, dayîna koordînatên navendên ewlekariyê, xebatên sîxurkirinê û belavkirina madeyên hişbir û fuhûşê li nava ciwanan bûn.

Her yek ji wan cûda cûda behsa wê yekê dikin, ka çawa agahiyên îstîxbaratî gihandine MÎTa dagirkeriya dewleta Tirk.

Di nûçeyê de tê gotin, tê texmînkirin ku êrişa 23’yê Hezîranê ya li dijî gundê Helincê û qetilkirina 3 jinên şoreşger jî ji ber toreke sîxurî ya bi vî rengî pêk hatibe.

Jixwe li pişt êrişa 24’ê Hezîranê ya li Minbicê jî MÎTa dewleta Tirk derketibû.

Ev jî hatin dîtin

Sendîkayên Birîtanyayê ji bo azadiya Rêber APO dicivin

Stêrk Tv

Li Cenga Heftanînê 14 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Stêrk Tv

Duran Kalkan: JI ber kuştina Olof Palma Ewropa deriyên xwe li Rêber APO girt

Stêrk Tv

Tevgera Jinên Têkoşer hat damezrandin

Stêrk Tv

Ev hefteyeke agahî li ser jina têkoşer a girtî Zeyneb Celaliyan nayê girtin

Stêrk Tv

Michael Rubin: Pênasiya Terorîst hîn bêtir li Tikriyê tê

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!