Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CiwanNûçeyên Dawî

Tîmên YPS û YPS-JIN bîlançoya calakiyên meha Tîrmehê eşkere kirin

 

ÎNSIYATÎFA ZAROKÊN AGIR LI STENBOL, ÎZMÎR Û DENÎZLÎ ÇALAKÎ KIRIN
TÎMÊN YPS Û YPS-JIN ENCAMA ÇALAKIYÊN TÎRMEHÊ EŞKERE KIRIN

Li bajarên Tirkiyê çalakiyên li dijî faşîzma AKP-MHP’ê hene.

Ev çalakî jî ji aliyê Însiyatîfa Zarokên Agir, Tîmên YPS û YPS-JIN’ê ve pêk tên.

Herî dawî li Stenbol, Îzmîr û Denîzlî çalakî hatin kirin.

Bîlançoya çalakiyên Tîrmehê jî hatin eşkerekirin.

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku di 1’ê Tebaxê de li navçeya Stenbol Maltepeyê agir berdan qada qijleya leşkerî ya Kenan Evren.

Di vê şewatê de bi dehan leşkerên tirk ji dûmana agir bandor bûn û rakirin nexweşxaneyan.

Piştî bi rojekê jî li navçeya Denîzlî Honazê mal, depoya daran û her wiha erebeyeke faşîstekî Tirkan şewitandin.

Heman rojê li İzmîrê derdora qada leşkerî ya Artêşa Tirk hat şewitandin.

4’ê Tebaxê jî li Denizliyê fabrîqeyeke Tirkan şewitandin.

Tîmên YPS û YPS-JIN jî bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên xwe yên Tîrmehê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di Tîrmehê de 10 endamên Tevgera Taybet a Cendermeyan û Tevgera Taybet a Polîsan hatin kuştin û 51 birîndar bûn.

Her wiha jemirek ku sînyalan têk dibe, wesayiteke îstîxbaratê, jeneratorek, 4 febrîqe, 5 wesayit, hangareke leşkerî, qadeke tûrîstîk, 3 avahiyên havînî, 3 wesayitên zirxî yên bi tîpa akrep, 2 navendên belavkirina elektrîkê û otobusek hatin îmhakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv