Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
EkolojîNûçeyên Dawî

Tirkiyê av weke çek li dijî welatên derdor bikar tîne

 

Dewleta Tirk li dijî xelkê herema Rojhila Navîn hemû cureyên şer bikar tîne.

Piştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, niha Enqere li dijî Iraqê jî, şerê avê dimeşîne.

Endamê Komîteya Çandinî û Avê ya Parlamentoya Iraqê diyar kir ku xetereya şerê avê, ji xetereya şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ne kêmtir e.

Û bang li hikûmetê kir da ku bi hemû şêwazên heyî û bi taybet ên aborî zextê li Tirkiyê bike.

PARLAMENA IRAQÊ: TIRKIYÊ LI DIJÎ IRAQÊ ŞERÊ AVÊ DIMEŞÎNE

Dewleta Tirk a dagirker avê jî weke çek li hember gelên heremê bikar tîne.

Di van salên dawî de, hukûmeta tirk hemû cûreyên şer, av jî di nav de, li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xistin dewrê.

Niha Enqere bi rêya avê heman zextan li Iraqê jî dike.

Der barê mijarê de, endamê Komîteya Çandinî û Avê ya Parlamentoya Iraqê Mensûr El-Beyîcî daxuyaniyek da.

El-Beyîcî ev yek weke şerê avê bi nav kir û got divê hikumeta Bexdayê ji bo para Iraqê ya avê zêde bibe, zextê bide ser dewletên ku çavkaniyên avê asteng dikin.

Mensûr El-Beyîcî bang li serokwezîr Mustefa Kazimî kir ku bi hemû şêwazên heyî û bi taybet ên aborî zextê li Tirkiyê bike.

El-Beyîcî bang li hikûmeta Iraqê kir ku li beramberî bûyerên ji ber “şerê avê” diqewimin û ev demeke dirêj e Iraq rastî wê tê, tenê temaşe neke.

El-Beyîcî wiha got: “Divê para Iraqê ji avê ji aliyê dewletên jêderên avê ve zêde bibe. Xetereya şerê avê ji xetereya şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ne kêmtir e.

Hêjayê gotinê ye, dewleta Tirk beriya demekê dest bi dagirtina Bendava Ilisu kir.

Ev bendava Enqereyê sala 2016`an dest bi avakirina wê kiribû, bajarê dîrokî Heskîfê di bin avê de dihêle.

Her wiha dewleta Tirk gelek bendavên din jî li ser xaka bakûrê kurdistanê ava kirine.

Ev bendav hem zirareke mezin didin xelk û xwezaya bakurê kurdistanê, hem jî avê li ser hin welatên cîran dibire.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv