10’Ê ÇILEYÊ ROJA ROJNAMEVANAN
LI DIJÎ ZEXT Û ZORA REJÎMA FAŞÎST RÊWÎTIYA HEQÎQETÊ DEWAM DIKE
Li Tirkiyê rojnamevan di bin şert û mercên zehmet û sansurê de 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin pêşwazî dikin.
Li gor daneyên sala 2020’an ên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê 79 rojnamevan hatine binçavkirin û ji vana 24 jê hatine girtin, 19 rojnamevan bi êrîşan re rûbirû mane û hezar û 960 nûçe jî hatine astengkirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ji bo 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên daxuyanî da.
Komeleyê destnîşankirin ku bi sedan rojnamevan bi xezeba desthilatê re rûbirû ne û bi dehan rojnamevan jî girtine.
Komeleyê bi bîr xist ku li zîndanên dewleta tirk bi kêmanî 91 rojnamevan girtî ne û wiha hat gotin:
Pêkanînên antî demokratîk ên desthilatê roj bi roj zêde dibin.
Azadiya çapemeniyê di bin lingan de ye.
Lê çi dibe bila bibe ji bo ragihandina heqîqetê rojnamevanên ku têdikoşin û li dijî neheqiyan radiwestin hene. Ev jî hêviyê mezin dike.
Weke komele em jî bang li hemû hempîşeyê xwe dikin ku li dijî astengkirina rojnamegeriyê têbikoşin.
Edîtora Rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkan, anî ziman ku sala 2020’an ji bo rojnamevanan saleke pir dijwar bûye.
Nûçegihanê Jinnewsê Gulistan Azad Tirkiye weke welatê rojnamevanên girtî pênase kir.
Alîkariyê Hevserokên HDP’ê yê ji Karê Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel, bi wesîleya “10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin” daxuyaniyeke nivîskî weşand
Tayîp Temel diyar kir ku ew di serdemeke tarî de derbas dibin lê li gel vê jî bi saya rojnamevanên li pey heqîqetê ne hêviya wan heye. Temel ji ber keda wan rojê li kedkarên çapemeniya azad û muxalif pîroz kir.
Parlamneterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî rapora xwe ya der barê 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanan eşkere kir.
Li gorî raporê di serdemên îqtîdara AKP’ê de 808 rojnamevan hatine girtin. Bi tenê di sala 2020″an 87 rojnamevan hatine girtin.
ÎHD’a Stenbolê jî bi minasebeta rojê daxuyaniyek da û wiha got:
Em kesên welat bi rê ve dibin hişyar dikin ku zêxtên li ser rojnamegeran bi dawî bikin.