Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên Dawî

Tirkiyê dixwaze hêzên xwe li Karabaxê bi cih bike

 

Piştî agirbesta li Qerebaxê ku bi pêşengiya Rûsyayê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de pêk hat, rewşa şîlo didome.

Tevî ku Rûsyayê diyar kir, çavdêrên Tirk wê li sehayê tinebin, dewleta Tirk amadekariyê dike hêzên xwe bişîne herêmê.

Fransayê der barê mijarê de Rûsya hişyar kir û jê xwest rewşê zelal bike.

FRANSA BANG LI RÛSYAYÊ KIR: REWŞA DEWLETA TIRK A LI QEREBAXÊ ZELAL BIKIN

Piştî mohrkirina peymana agirbestê li herêma Qerebaxê, di navbera daxuyaniyên Rûsya û Tirkiyê de nakokî peyda bû.

Moskovayê ragihand ku wê tenê hêzên wan bi erka çavdêriyê rabin.

Şefê rêjîma Tirk Erdogan jî îdîa kir ku wê eskerên wan jî li herêmê bicih bibin.

Li hemberî vê rewşa ne diyar, wezareta karê derve ya Fransayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tê gotin, agirbesta ji bo xelaskirina jiyana mirovan gaveke erênî ye û wiha dewam dike:

Di rewşa heyî de gelek tiştên şîlo hene. Mijara penaberan, derxistina çekdarên biyanî û hebûna artêşa Tirk… Divê Rûsya van meseleyan zelal bike.

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Le(Lö) Drîan ragihand ku ew ê roja Çarşemê di civîna hevserokên Koma Mînskê de li Moskova van xalan gotûbêj bikin.

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv