Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tirkiye êriş dike û rejîm ji li pey provokasyonan e 30.01.2021

 

TIRKIYÊ ÊRIŞ DIKE Û RÊJÎM JÎ LI PEY PROVOKASYONAN E
BÛYERÊN DAWÎ YÊN LI QAMIŞLO Û HESEKÊ ENCAMA HEVKARIYEKE ÇAWA NE?

Bi destpêkirina êrişên artêşa Tirk û komên wê yên çete li dijî herêmên Eyn Îsa û Til Temirê, rêjîma Sûrî jî ket nava provakasyonan.

Rejîmê zextên xwe li ser Efrîniyên ku ji ber zilma dewleta Tirk li Şehbayê bicih bûne zêde kirine.

Rê nade ku alîkarî, pêdiviyên jiyanî û sotemenî, derbasî Şehbayê bibin.

Ne tenê Şehba, heman rêbazê li dijî şêniyên Kurd ên taxên Heleb Şêx Meqsûdê û Eşrefiyê jî birêve dibe..

Hemwextê vê siyaseta dorpêçkirinê, li bajarên Hesekê û Qamişlo jî rêjîm di nava hewldanên provokatîf de ye..

Vê yekê jî bi rêya pêxwasên xwe yên binavê Dîfa El Wetanî dike..

Pêşî wisa dike ku mîna di navbera hêzên wê yên fermî û Dîfa El Wetanî de alozî heye…

Paşê vê yekê vediguherînê êrişa li dijî sivîlan..

Ji êrişa bi çekan bigrin, heta birîna rêya welatiyan û talankirina mal û milkên wan , her rêbazên kirêt bikar tînin..

Bê guman, ev tevgerên prokovatîf ên rêjîma Sûrî û pêxwasên wê ne nû ne..

BEDRAN ÇIYA KURD:
YA TÊ KIRIN ENCAMA HEVKARIYA HUKÛMETA ŞAMÊ Û DEWLETA TIRK E

Li ser mijarê, ji rayedarên rêveberiya xweser, Bedran Çiya Kurd, bersiv da pirsên ajansa Hawarê..

Çiya Kurd tevgerên dawî yên rêjîma Şamê weke hewldana pêşxistina fitne û şerê di navbera gelan de binav kir.

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku piştî hevdîtinên di navbera îstîxbarata dewleta Tirk û rayedarên rêjîma Sûrî, tevgerên provokatîf li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî zêde bûne û wiha dewam kir.

Li ser îdîayên ku rêveberiya xweser xwe amade dike ku hêzên rêjîmê yên mayî ji herêmê derxîne, Çiya Kurd wiha got:

Ti biryareke rêveberiya me tine ye ku hêzên girêdayî Şamê ji çargoşeya ewlehiyê derxîne. Biryara derketin û mayînê di destê hikumetê de ye.

Lê rastiyek heye, vê gavê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de pirsgirêk mezin e. Heta ku lihevkirinek siyasî di çarçoveya destûra demokratîk de çênebe, wê her dem alozî derbikevin. Ji bo wê jî em ji bo çareseriyeke mayînde bi israr in.

Banga me ji bo gelên herêmê bi taybet gelê Ereb ew e ku li hemberî provokasyonên rêjîmê hişyar bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv