Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tirkiye li dijî siyasetmedarên Rojava amadekariya suîqastê dike 22.10.2020

 

ENDAMÊN MIT’A TIRK LI XWE MUKUR HATIN:
TIRKIYE LI DIJÎ SIYASETMEDARÊN ROJAVA AMADEKARIYA SUÎQASTÊ DIKE

Dewleta tirk ji bo têkbirina serkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê li kêleka sûcên komkujî, dizî û talanan, revandina sîvîlan û destdirêjiyê, suiqesta rêvebiran jî di nav de, serî li her cure rêbazên şerê qirêjî dide.

Hin endamên rêxistina MITa tirk ku beriya demekê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatine girtin li xwe mukur hatin û hin planên qirêj yên dewleta tirk eşkere kirin.

Li gorê vê, Dewleta Tirk a dagirker plan kiriye hin kesayetiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi suiqastê bikuje.

Di nava wan de rêvebirên PYD’ê Aldar Xelîl û Salih Muslim jî hene.

Ji Endamên MITê S.O. yê hate girtin di lêpirsîna xwe de navên hin kesên din ku bi dewleta trik re kar dikin jî eşkere kir.

Yek ji wan, kesê bi navê B.E.U.ye.

S . O dibêje:

Ajanê bi navê BEU jê xwestiye ku cihê rêvebirên PYD’ê Aldar Xelîl û Salih Muslim tim bişopîne, der barê Navenda Rêveberiya Xweser û saziyên wê de tim agahiyan berhev bike û nuqteyên hêzên QSD’ê ji wan re eşkere bike.

Mesaja ku di telefona sixûr SO hat dîtin, hin detayên siuqastên berê jî derdixe holê.

Weke nûmûne S.O li bin vîdeoya ji MÎT’ê re şandiye peyameke wiha nivîsiye; “Berî hûn topbaran bikin xeberê bidin min da ku ez bikarim xwe ji cihê bûyerê dûr bixim.” S.O. navê du sixurên din jî din jî eşker dike. Ebû U, û Ebû A.

Kesê bi navê Ebu U. ji Tirkiyê tê û diçe, xebatên xwe yên sixuriyê di bin navê bazirganiya cigare û erebeyan de dike.

Ebu A jî li Serêkaniyê, jê re telefoneke bi xeta tirkiyê aniye û piştre bi heman telefonê perwerda sixuriyê dayê.

S.O. aşkera kir ku Ebu A., li gel agahiyên der barê siyasetmedarên Rojava de der barê nuqte û koordînatên şervanên QSD’ê de jî agahî jê xwestine.

Dewleta trik di suiqasên li hember siyasetmearên kurd re heta qirikê di nava sûç de ye.

Cinayetên failê wan ne diyar yên salên 90î, suîqasta sala 2013’ê ya li Parîsê, li Şengalê Mam Zekî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê Diyar Xerîb, Qasim Engin, Leyla Wan ji ji wan siuqestane ku Dewleta tirk bi hevkariya nokerên xwecih pêk anine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv