Tevgera Jinên Azad li Amedê kampanyaya çalakiyên li dijî destdirêjî û kuştina jinan a 4 mehan bi dirûşmeya “Em xwe diparêzin” da destpêkirin.
Daxuyaniya kampanyayê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr hat dayin
TJA’ê di daxuya xwe de got;
Di çil salên dawî de, me li dijî her cure êrişan xwe parast. Bi dehan hikûmet hatin û têk çûn, lê berxwedana me tu carî nesekinî.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 4 mehan li dijî kuştin, tundî û destdirêjiyê bi slogana “em xwe diparêzin” da destpêkirin.
Starta kampanyayê bi beşdariya Hevseroka KCD Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBPê Salîha Aydenîz, Berdevka Meclîsa Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran û gelek jinên din hat dayîn.
Jinên beşdarbûn pêşmalkên “Em xwe diparêzin” li xwekiribûn
Metna bi kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ve hat xwendin.
Ayşe Gokkan diyar kir, Xweparastin mafekî sereke û bingehîn e û bi slogana “em xwe diparêzin” starta kampanya xwe didin.
Gokkan dazanîn li dijî hişmendiya ku jinan wek ‘malê mêran’ û ‘namûsa mêran’ dibîne wan dengê xwe bilind kir
Berdevka TJAyê xebatên ji bo bi dawîkirina tecrîdê jî dane meşandin bibîrxist.
Êrişên li dijî pergala hevserokatiyê Gokkan bibîrxsit û diyar kir, ku ewê heta dawiyê destkeftiyên xwe biparêzin.
Berdevka TJAyê dazanîn ku dewlet bi xwe bersûcê êriş, kuştinan e.