Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

TJA: Emê li her qada jiyanê têkoşîna xwe mezin bikin 25.09.2020

 

TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ “KOBANÊ”
TJA: EMÊ LI HER QADA JIYANÊ TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN

Derheqê tevgera qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê de hin sazî û dezgehan jî daxuyanî belav kirin.

Fikra hevbeş ya van daxuyaniyan ewe ku, li hemberî van pêkanînên faşîzane, gelê Kurd wê têkoşîna xwe mezintir bike.

Partiya Çep a Almanyayê jî bi daxuyaniyekê Erdogan weke kesekî destpot bi nav kir û got ewê ti car nikaribe HDP’ê têk bibe.

Gelek sazî û rêxistinên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û derveyî welêt li ser tevgera qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê daxuyanî dan.

Tevgera Jinên Azad a yek ji wan rêxistinan e, ku bû hedefa tevgera qirkirinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku desthilatdariya AKP-MHPê çiqasî tengav dibe, ewçendî êrişên xwe zêde dike.

Û hat gotin, me heta niha gavek tenê jî paşde neavêt û em naavêjin. Emê li her qada jiyanê têkoşîna xwe mezin bikin, xwe biparêzin.

Komeleya Mafê Mirovan-ÎHD’ê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, divê tavilê kesên hatine binçavkirin û siyasetvanên girtî werin berdan.

TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA BI NAVÊ “KOBANÊ”
JI SAZÎ Û RÊXISTINÊN DERVEYÎ WELAT BANGA DAKETINA QADAN

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li derveyî welêt hemûyan hat kirin, ku li her deverê li dijî faşîzmê dakevin qadan.

Heman bang ji aliyê Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Almanyayê KON-MEDê ve li Kurdistaniyên li Almanyayê hat kirin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser xurtkirina tifaqê û têkoşîna li dijî rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê.

Partiya Çep a Almanya Dî Lînke jî daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ser navên Hevserokên partiyê hat dayîn û hat gotin, wê Erdoganê destpot nikaribe HDP’ê têk bibe, bêdeng bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv