Ji bo darizandina Dîktatorekî Sed-Sedem
Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê bi vê kampanyayek ragihand.
Yek ji van sedemên ku TJK-Ewrûpa destnîşan kir jî kuştina Hediye Şen e.
Diya 3 zarokan Hediye Şen 16’ê Kanûna 2015’an li Cizîra Botan ji aliyê dewleta Tirk ve tê kuştin.
8 Guleyên dijmin li canê wê dikeve.
“JI BO DARIZANDINA DÎKTATOREKÎ 100 SEDEM”
LI CIZÎRÊ KUŞTINA HEDIYE ŞEN A SALA 2015’AN SEDAMA DARIZANDINA ERDOGAN E
Gelek sedem hene ku şefê faşîst Erdogan bê darizandin.
Yek ji van sedeman jî kuştin Hediye Şen e.
Hêzên dewleta tirk a dagirker ku sala 2015’an li Cizîra Botan qedexeya derketina derve ragihandibû, bê ser û ber êrişî xelkê navçeyê dikir.
16’ê Kanûna 2015’an hêzên şefê faşîst Erdogan, li taxa Cennet a Cizîrê dayîka 3’ê Zarokan Hediye Şen gulebaran kiribûn.
8 Gule li bedena Hediye ketibûn.
Guleyek ji wana qirika wê jê kiribû…Piştî nîv saetê têkoşîna jiyanê windakiribû.
Li Paş Hediye sê zarokên bi navê Kevser a 8 salî, Kenan ê 4 salî û Hemdiye ya 2 salî mabûn.
Cenazeyê Hediye Şen a 30 salî tevahiya şevê li erdê dimîne.
Piştî 16 saetan cenazeyê Hediye radikin nexweşxanê.
Destûr nayê dayîn ku cenazeyê dayîka 3 zarokan Hediye Şen li Cizîrê bê veşartin.
Malbat cenazeyê xwe li bajarokê Basa gundê Damla Baş vedişêrin.
Ti belge û rapora otopsiyê jî nadin malbatê û weke gelek bûyeran Dewleta Tirk ser sûcê ku dikin girtin.