9’ê Cotmehê li bajarê Fransa Strasbûrgê û paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya TJK-Ewrûpa çalakiyên girseyî tên lidarxistin.
Tevgera jina Kurd banga beşdarbûneke xurt a şermezarkirina komloya navnetewî ya 9ê Cotmehê li herkesî kir.
Bi rasthatina salvegera komploya 9’ê Cotmeha sala 1998’an di serî de jin gelê Kurd û dostên xwe dadikevin qadan.
9’ê Cotmehê li bajarê Fransa Strasbûrgê û paytexta Belçîka Brukselê çalakiyên girseyî tên lidarxistin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê-TJK-E ku çalakiyan organîze dike daxuyaniyek nivîskî weşand.
TJK-Ewrûpa komploya navnetewî ya beriya 22 salan li dijî rêber Abdûllah Ocalan pêk hat şermezar kir û îşaret bi şert û mercên greva Îmraliyê kir.
”Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” li dijî komploya navneteweyî berxwedana mezin a dîrokî didomînin. Em diyar dikin, weke roja pêşî, hêrsa me û hêza me ya parçekirina vê komployê îro jî hê mezintir bûye.”
Tevgera jina Kurd a Ewrûpayê daxuyakirin ku ewê çalakiyên di çarçoveya Pêngava;
Bese ji tecrîd, Faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye û Pêngava li dijî qirkirina jinê; dema parastina jin û civaka azad e” bên li darxistin.
TJK-Ewrûpa daxuyakirin ku roja 9’ê Cotemehê wê li Strasbourg û Brukselê çalakiyên girseyî li darbixin.
BRUKSEL
SAET: 14:00
CÎH: Place du Luxembourg 1050 Bruksel
STRASBOURG
SAET:12:30
CÎH: Place Kleber 2 Rue de l’Outre 67000 Strasbourg
Tevgera jina Kurd a Ewrûpa di serî de jin banga beşdarbûna çalakiyên ku wê bên li darxistin li gelê Kurd û dostên wê kir.