POLÎTÎKA Û PROVOKASYONÊN PDK’Ê
TOLHILDAN ZÎLAN: DIVÊ CIWANÊN KURD DESTÛR NEDIN XETA XIYANETÊ
Endamê Koordînasyona Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê Tolhildan Zîlan li ser polîtîka û provokasyonên PDK’ê ji Nûçe Ciwan re axivî.
Tolhildan Zîlan got, di dîrokê de destketiyên gelê Kurd timî bi xeta xiyanetê ji dest çûne.
Û bang li ciwanan kir, ku li hemberî vê xeta xiyanetê xwedî helwesteke xurt bin.