TRAFÎQA DÎPLOMSIYA QIRÊJÎ
WEZÎR Û SEREKANÊ TIRK LI BEXDA Û HEWLÊRÊ ÇI KIRIN?
Wezîrê tirk Hulusê Akar tevî sererkanê tirk ê dagirker piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê der basî Hewlêrê bûn.
Koma faşîst a wezîr û kizîrên dewleta tirk a dagirker bi Serokê PDK’ê Mesut Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Di heman hevdîtinê de Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve ya herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî jî cihê xwe girt.
Piştî civînê aliyan der barê naveroka hevdîtinê de tu agahî nedan.
Di demekî de ku hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê li dinyayê teşhîr bûye serkirdeyên PDK’ê bi heweseke mezin pê re hevkariyê dike.
Temamiya kurdan li dijî van kirinên PDK’ê bi hêrs in.
Çavdêrê Siyasî Arêz Ebdullah serdana vê şandeyê girêdayî dagirkeriya dewleta Tirk dibîne û dibêje:
Tirkiye xwe amade dike di bihara îsal de êrişên xwe yên li ser PKK’ê li Başûrê Kurdistanê zêde bike.
Ev serdan jî di vê çarçoveyê de bû ku vê siyaseta xwe berdewam bike û dagirkeriya xwe berfireh bike.
Çavdêrê Siyasî Pişder Babekir jî der barê mijarê de wiha axivî:
Tirkiye dixwaze qonaxek nû li ser şerê li dijî Kurd destpê bike.
Herêma Kurdistanê tevlî vî şerî bike.
Ev jî ji me re dibêje ku sedema sereke ya hatina vê şandeyê rasterast peywendî bi lêdana PKK’ê û doza Kurd a li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê ve heye.