Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Trûmp dixwaze heta dawiya salê leşkeran ji Efganistanê vekişîne 08.10.2020

Serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kir ku ew dixwaze heta dawiya salê leşkerên Emerîkî yên li Efganistanê vekişîne.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp li ser Twîtterê peyamek weşand û got, “Hîn jî li Efganistanê hejmareke kêm a jin û mêr ên me yên wêrek hene ku xizmetê dikin. Heta Noelê divê em wan bînin malê.”
Serokê milyarder ê DYE’yê bi salane îdîa dike ku divê ew “dawî li şerê bêdawî bîne” û beriya hilbijartinên serokatiyê yên 3’ê Mijdarê gelek caran gotibû ku ew dixwaze di vê mijarê de bilezîne.

Rêveberiya Emerîkayê di 29’ê Sibatê de li bajarê Doha yê Qeterê bi Tevgera Talîbanê re peymaneke dîrokî mohr kiribû û di çarçoveya vê peymanê de soz dabû ku heta mehên navîn ên sala 2021’ê yekîneyên Emerîkî ji Efganistanê vekişîne.
Di berdêla vê yekê de jî Talîbanê soz da bû ku êrişê nebe ser hêzên biyanî û bi hikumeta Efgan re dest bi danûstandinên rasterast bike.

Danûstandinên navbera tevgera Talîbanê û hikumeta Efgan piştî pevguhertina bi hezaran girtiyan di meha Îlonê de dest pê kiribûn. Lê belê ji bo kêmkirina tundiyê yan jî pêkanîna agirbestê li hev nehate kirin.

Heta meha Îlonê li Efganistanê 8 hezar û 600 leşkerên Emerîkî hebûn. Pentagonê diyar kir ku qonaxeke nû ya vekişînê di her kêliyê de dikare dest pê bike.

Hevrikê Trûmp ê hilbijartinên serokatiyê Joe Bîden jî alîgirê wê yekê ye ku yekîneyên leşkerî ji Efganistanê bên vekişandin.

Maliyeta destwerdana Emerîkayê ya ku sala 2001’ê destpê kir herî kêm bi 1000 milyar dolarî bû. Derdora 2.400 leşkerên Emerîkî jî hatin kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv