Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Trump li ser xwepêşandanên li welêt rûdane ANTIFA’yê tewanbar kir

 

TRUMP, ANTIFA TEWANBAR KIR
NAVENDA ÎSTÎXBARATÊ: TI DELÎLÊN WIHA LI BER DESTÊN ME TINE NE

Serokê Amerîkayê ji xwepêşandanan koma çepgir a binavê Antîfa, berpirsiyar nîşan dide.

Lê rêxistina Îstîxbartê eşkere kir ku li ber destê wan ti nîşaneyek wiha tine ye..

Ji roja destpêkê ya xwepêşandanên li dijî tûndiya polîsan a nijadperestiyê, serokê Amerîkayê Donald Trump hewl dide hêrsa gel, weke encama tevgereke provokatîv nîşan bide..

Bi vê armancê hêza binavê Antî Faşît a çepgir weke organîzator nîşna da û got, dibe vê hêzê weke rêxistineke terorê ragihînin..

Li hemberî van îdîayên Trump, eşkere bû ku ti rastiyeke wiha tine ye..

Yê ev mesele zelal kirî jî saziya îstîxbarata hundirîn ya Amerîkayê ye..

Saziya mijara gotinê girêdayî Wezareta Ewlehiya Hundirîn e…

Ajansa Nûçeyan a Reutersê beşek ji rapora lêkolînê ya saziyê bi raya giştî re parve kir..

Li gorî vê,

Heta vê gavê ti nîşaneyeke ber biçav tine ye ku rêxistinên çepgir van xwepêşandanan organîze dikin..

Rayedarên Wezareta Ewlehiya Hundirîn jî ragihandin ku hin derdorên oprtunîst ji rewşa heyî sûd wergirtine û wiha gotin:

Li gorî rapora hina ya navendên polîsan, tenê dibe ku endamên tevgera Antîfa beşdarî xwepêşandanan bûne..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv