Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tundî û tecawîza li dijî jinan zêde dibin

 

Tundî û tecawîza li dijî jinan zêde dibin:

Li Midyad, Sason û Erdîşê bûyerên qetilkirina jinan

 

Roj nîne jinek nayê kuştin an jî bi tecawizê re rû bi rû nemîne.

Piştî desthilatiya sîstema faşîst a AKP/MHP’ê ev bûyer her diçe zêde dibin.

Li navçeya Midyat a Mêrdînê jinek bi guman jiyana xwe ji dest da.

Di şerê nava malbatan de jî li Sasona Batmanê jinek hat kuştin.

Li navçeya Erdîş a Wanê jî derket holê ku mirinên biguman yên jinan zêde bûne.

LI NAVÇEYA MIDYAD A MÊRDÎNÊ
JINEKE CIWAN DI MALA XWE DE MIRÎ HAT DÎTIN

Bûyereke din a mirina bi guman a jinekê, li navçeya Midyad a Mêrdînê derket holê.

Li taxa Nehîlê jina ciwan Kanita Akarslan a 20 salî, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyan Kanita Akarslan serê sibê li mala xwe mirî hat dîtin.

Tîmên tendirustiyê ji bo otopsî bê kirin, cenazeyê jina ciwan rakirin nexweşxaneya navçeyê.

LI NAVÇEYA SASON A BATMANÊ
DI ŞER NAVA MALBATAN DE JINEK HAT KUŞTIN

Li navçeya Sason a Batmanê jî jinekê di şerê nava malbatan de hat kuştin.

Di şerê nava du malbatan de, Mizgîn Toparli hat kuştin, bavê wê Şîrîn Toparli jî birîndar bû.

Hat ragihandin; Nazmiye Keban ku bûye sedema kuştina Mizgîn Toparli û tevî gelek kesên din hatine binçavkirin.

TÛNDÎ Û TECAWIZA LI DIJÎ JINAN
DERKET HOLÊ KU LI ERDÎŞÊ TÛNDIYA LI SER JINÊ ZÊDE BÛYE

Li navçeya Erdîş a Wanê jî mirinên bi guman yên jinan her diçe zêde dibe.

Beriya Cejna Qurbanê Nuran Hasar bi vî awayî jiyana xwe ji dest da.

Nuran Hasar ducanî bû û sê zarokên wê hebûn.

Dîsa di 20’ê tebaxê li taxa Golagzî, Pinar Altaş a 37 salî, li ber tenûrê mirî hat dîtin.

Hat îdia kirin ku her du jinan jî întîxar kirine.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDP ya rêxistina Erdîşê Sarya Bîlîcî, têkildaî van buyeran axivî.

Sarya Bîlîcî diyar kir ku piştî şaredar bûn jin qedir û qîmeta jinan jî di civakê de zêde bûbû.

Hevseroka rêxiistina HDP’ê diyar dibêje;

Lê piştî şaredarî hatin desteserkirin rewş careke din guherî.

Dixwazin careke din berê jinan bidin malê û bi jiyana berê re rû bi rû bihêlin.

Platforma Demokrasiyê ya Batmanê jî bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî jinan şermezar kir û got;

“Bi polîtîkayên bê cezahiştinê faîl tên berdan û ev tişt nayê qebûlkirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv