Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tûra nûçeyan 22.10.2020

 

ÇALAKIYÊN YEKÎNEYÊN TOLHILDANÊ
LI WANÊ POLISEK HAT KUŞTIN YEK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Yekîneyên Tolhildanê diyar kir ku 19’ê Cotmehê li navçeya Îpekyolu ya Wanê, du kepçe û mekîneyeke kar a qeyûm şewitandin.

Yekîneyan 11’ê Cotmehê jî li navçeya Bostanîçî ya Wanê li dijî klûbeya nobetê ya qereqola polîsan çalakî pêk anîn.

Di encamê de polîsek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Çapameniya Tirk, polîsê hatiye kuştin weke “intihar kir” nişan dan, lê ev ne rast e.

Roja 17’ê Cotmehê jî Yekineyan li çarxerêya Farqîn-Batmanê wesayitek şewitandin.

“KUŞTINA JINAN POLÎTÎK E”
LI AMEDÊ JINEKE CIWAN JI ALIYÊ BIRAYÊ XWE VE HAT QETILKIRIN

Jina ciwan a bi navê Melek Arslan, li Amedê hat qetilkirin.

Bûyer li kuçeya Hunerê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê qewimî.

Jina ciwan Melek Arslan a 22 salî, di êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin.

Diyar bû ku Melek Arslan ji Semsûrê hatiye Amedê û di kolanê de ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin.

TERORA GIRTIN Û BINÇAVKIRINÊ
POLÎSÊN TIRK LI MEREŞÊ 7 KES KIRIN BINÇAVKIRIN

Polîsên Tirk li Meraşê avêtin ser malan û rêveberên HDP’ê jî di nav de, 7 kes kirin bin çavan.

Ev serdegirtin li navçeya Nûrhak û Ekînozu ya Mereşê pêk hat.

Di serdegirtinan de Rêveberên Rêxistina HDP’ê Bahrî Horoz, Haci Ûzûn û Dûrsûn Bahça, Mehmet Bîçer, Emre Genç û endamê ÎHD’ê Volkan Dogan û gelek kes kirin binçavan.

LI EFRÎNÊ HOVITIYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER
DU BIRAYÊN KU PANZÊRÊ PÊ LI WAN KIR JIYANA XWE JI DEST DAN

Artêşa dewleta tirk a dagirker li navçeya Cindiris ya Efrînê bi panzêrê pê li du birayên hev yên bi navê Yaser Xelîl Ebdû û Rêzan Xelîl Ebdo kir.

Du birayên hev yên ku bi giranî birîndar bûn rakirin nexweşxaneya navçeyê.

Lê tevî hemû mudaxelan bijîşka jî du birayên hev Yaser Xelîl Abdo û Rêzan Xelîl Abdo yê 33 salî jiyana xwe ji dest dan.

REWŞA KOÇBERÊN KAMPA WAŞÛKANÎ
ŞANDEYEK JI TÎMA FREE BURMA RANGER SERDANA KAMPA WAŞÛKANÎ KIR

Şandeyek ji tîma Free Burma Ranger, ji bo şopandina rewşa koçberan, serdana kampa Weşokanî kir.

Şande ji serokê tîmê David Eubank û çend endamên tîmê pêk tê.

Tîm destpêkê bi rêveberiya kampê re civiya.

Di civînê de hevseroka kampê Stêra Reşik, daxwazên koçberan bi bîr xist û got; gel dixwaze vegere ser warê xwe.

Serokê tîma Free Burma Ranger David Eubank jî diyar kir ku ew ê têkildarî rewşa li kampna de raporan amade bikin û bi raya giştî re par vebikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv