Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tûra nûçeyên cîhanê 19.10.2020

 

ŞERÊ LI QEREBAXÊ
BIRYARA AGIRBESTÊ DÎSA HAT BINPÊKIRIN

Şeva din hemwext rayedarên Ermenîstan û Azerbêcan diyar kirin ku wan li herêma Qerebaxê agirbest ragihandî ye..

Piştî ku di ser van daxuyaniyan re çend saet derbasbûn, herdû alî hev bi binpêkirina agirbestê tewanbar kirin..

Pêşî wezareta parastinê ya Azerbêcanê îdîa kir ku hêzên Ermenîstan bi moşekan êrişî bajarê Cebraîl kiriye..

Artêşa Azerbêcanê jî mafê bersivdayînê bikar anî..

Li gorî îdîayan, êrişeke din li dijî bajarê Gence pêk hat û di encamê de 13 sivîl jiyana xwe ji dest dan..

Aliyê Ermenîstanê jî îdîa red kirin û ragihand ku artêşa Azerbêcanê navber nedaye êrişên xwe..

QEDEXEYA KIRÎNA ÇEKAN
ÎRAN: AMBARGOYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BIDAWÎ BÛ

Sala 2015’an de Konseya Ewlekariyê ya Neweteyê Yekbûyî di çarçoveya peymana nuleerî de ambargo danîbû ser Îranê.

Piştî 5 salan ji vê biryarê, Wezareta Karê Derve ya Îranê ragihand ku dema ambargoyê 18’ê Cotmehê bi dawî bû..

Wezaretê diyar kir ku di mijara parastinê de ew ‘xweser in’ û ti pêwîstiya wan bi wê yekê tineye ku çekên kujer bikar bînin..

Wezaretê Îranî eşkere kir ku ji îro û pê ve hemû astengiyên li pêşiya karên têkildarî transfera çekan û xizmetên malî yên Komara Îslamî ya Îranê, ti astengî nemane..

Rêveberiya Moskoyê meha Îlonê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dema ambargo bi dawî bibe niyeta wan heye ku bi Îranê re li ser qada leşkerî hevkariyê bikin.

Çîn eşkere diyar kir ku ew xwedî mehan helwestê ne..

LI AFGANISTANÊ ÊRIŞA BOMBEYÎ
LI HERÊMA GOR, 12 ESKER HATIN KUŞTIN

Li Afganistanê rewşa şêlo berdewam e..

Li aliyekî behsa lihevkirinê tê kirin û aliyê din jî şer û êrişên dijwar kêm nabin..

Li herêma Gor, doh li dijî navendeke artêşa êrişeke bombeyî pêk hat..

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku êriş bi erebeyeke bombebarkirî pêk hatiye û di encamê de herî kêm 12 esker hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne..

Heta niha nayê zanîn bê êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin..

VÎRÛSA COVÎD-19
NY: CORONA RÊ LI BER XIZANIYA 115 MÎLYON KESÎ VEKIR

Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê ketine ji 40 mîlyonê derbas bû..

Neteweyên Yekbûyî hişyar da ku vîrsû li ber rewşeke mezin a xizaniyê vekiriye..

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku ji ber bealvbûna vîrûsê, 115 mîlyon kes xizan bûne..

Guterres banga piştgiriya ji bo kesên xizan kir..

Li gorî skreterê Neteweyên Yekbûyî, di pêvajoya pandemiyê de, zerara herî mezin li jinan bûye..

Sedema vê yekê jî ew e ku herî zêde jin ji kar hatine derxistin..

LIHEVKIRINA ÎSRAÎL Û BEHREYNÊ
YEKEMÎN BALAFIRA ÎSRAÎLÎ LI BEHREYNÊ DANÎ XWARÊ

Piştî lihevhatina Til Avîv û Mename, doha cara pêşî şandeyek Îsraîlî gihişte Behreynê..

Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê jî li gel şandeya Îsraîlî bû..

Li gorî îdîayan, armanc ji vê serdanê, pratîzekirina peymana aştiyê ya di navbera herdû aliyan de ye..

Ev yek ji aliyê wezîrê karê derve ê Behreynê Abdulatîf Zeyanî ve hat piştrastkirin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv