Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tûra nûçeyên cîhanê 22.10.2020

 

LI AFGANISTANÊ ŞER
HERÎ KÊM 25 ESKER HATIN KUŞTIN

Ji Afganistanê dîsa nûçeyên şer hatin..

Şerê vê carê jî li eyaleta Taxarê bû..

Li pêşiya hêzên artêşê kemîn hat daîn û di encamê de herî kêm 25 esker hatin kuştin..

Rayedarên dewletê ragihandin ku çekdarên Talîbanê kemîn danîne..

Berdevkê ragihandinê yê Waliyê Taxarê diyar kir ku piştî kemînê şer rû da û ji çekdarên Talîbanê jî gelek kes hatin kuştin..

Berdevk Cewad Hejîrî anî ziman ku dema eskerên wan diçûn herêma operasyonê, dikevin kemînê û wiha got:

Çekdarên Talîbanê li malên derdorê xwe bicih kiribûn û ji wir êrişê eskeran kirin..

Rêveberên nexweşxaneya li eyaletê diyar kirin ku hejmara eskerê di kemînê de hatine kuştin ji 34’an zêdetir e..

 

SEROKWEZÎRÊ ERMENÎSTANÊ PAŞÎNYAN:
DI REWŞA HEYÎ DE ÇARESERIYA DÎPLOMATÎK NE PÊKANE

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan têkildarî rewşa dawî ya şerê li Qerebaxê axivî..

Paşîniyan peyam da ku dawî şer yan wê serkeftin be an jî têkçûyînê û ev bang kir:

Divê hemê Ermeniyên dildar berê xwe bidin eniya şer.

Serokwezîrê Ermenîstanê ragihand ku di rewşa heyî de çareseriya dîplomatîk ne pêkane û got, Azerbêcan di mijara lihevkirina li ser statûya Qerebaxê ne xwedî niyeta çareseriyê ye û wiha dewam kir:

Her rêya ku em ji bo çareseriyê qebûl dikin, aliyê Azerbêcan li dij derdikeve.

 

LI QIBRISÊ CIVÎNA SÊ ALÎ
“TIRKIYE HUQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE”

Li Paytexta Qibrisê Nîqosyayê civîneke bilind a sê alî dinavebra lîderên Misrê, Yûnanistan û Qibrisê de pêk hat..

Di rojeva lîderan de destwerdana Tirk li Rojhilatê Derya Spî hebû..

Di daxuyaniya hevberş de Serokê Misrê Sîsî, Serokwezîrê Yûnanistanê Kîryakos Mîçotakîs û Serokê Qibrisê Nîkos Anastasiadis peyam dan ku ew alîgirê çreseriyê ne û Tirkiyê ji aloziya herî berprisiyar nîşan dan..

Serokwezîrê Yûnanistanê anî ziman ku Tirkiyê siyaseteke şerxwaz dimeşîne û wiha got:

Ji Sûrî bigrin heta Lîbya, Somalî, Qibris û Kafkasyayê, li gelek deveran Tirkiyê ketiye nava fanteziyên emperyal.

Li gorî xwe nexşeriyan xêz dike û bi vî awayî ti rêzê nîşan huqûqa navneteweyî nade.

Hersê lîderan hevbeş ragihandin ku serdema aloziya li herêmê, Tirkiyê bixwe ye..

 

ALOZIYA LI LÎBYAYÊ
HERDÛ ALÎ LI SER GELEK MIJARAN LIHEVKIRIN

Li bajarê Siwîsreyê Cinêvê, herdû aliyên şer ên li Lîbyayê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de kom bûn..

Seroka Delegasyona Neteweyên Yekbûyî a bi rewşa Lîbyayê erkdar, Stîfanî Wîlyemz ragihand ku herdû aliyên şer li ser gelek mijaran lihev kirin..

Li gorî agahiyên Wîlyemz parve kirin, wê rêyên bejahî û hewayî di navbera rojhilat û rojavayê Lîbyayê de werin vekirin.

Stîfanî Wîlyemz anî ziman ku hêviya wan ji bo mayîndekirina agirbestê zêde ye û got, demên bê wê danûstandinên ji bo berdana dîlên şer werin destpêkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv