Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Tûra nûçeyên cîhanê 23.10.2020

 

LI LIBNANÊ HUKÛMETA NÛ AVA BÛ
SAAD HARÎRÎ PIŞTÎ SALEKÊ CAREKE DIN BÛ SEROKWEZÎR

Beriya salekê li Libnanê ji ber pirsgirêkên xizanî û bêkariyê, gel rabû ser piyan..

Li hemberî hêrsa gel ku li gelek deverên welat belav bû, serokwezîrê demê Saad Harîrî neçar ma îstîfa bike..

Û di pêvajoya derbarbûyî de 2 hewldanên ji bo avakirina hukûmeteke nû pêk hatin lê yek ji wan jî biserneket..

Dawiya dawiyê, Saad Harîrî ji aliyê serok-komarê Mîşel Awûn be careke din ji bo sazkirina hukûmeta nû hat erkdarkirin..

Harîrî di axaftina xwe de anî ziman ku ew ê ji bo pêkanîna reformên aborî, di zûtirîn dem de kabîna nû ava bike û wiha got:

Di rewşa heyî de sazkirina kabîneyê wê ne hêsan be. Lê ji bo em welatê xwe ji vê aloziya kambax xelas bibe, em bi biryar in.

Eger biserkeve, wê lîderê Sunî Saad Harîrî ji sala 2009’an ve wê ji bo caran 4’an bibe serokwezîrê Lîbnanê..

ŞERÊ LI QEREBAXÊ
MOSKO: JI BILÎ ÇARESERIYA AŞTIYANE TI RÊYEKE DIN TINE YE

Serokê Rûsyayê Pûtîn Eşkere kir ku di mijara şerê li Qerebaxê de ew û Tirkiyê dijberê hev difikirin..

Berdevkê Qesra Kermlînê jî têkildarî rewşa Qerebaxê daxuyaniyek da..

Dîmîtrî Peskov ragihand ku ji bilî çareseriya aştiyane, ti alternatîfeke din ji aloziya Qerebaxê re tine ye..

Her çendî helwesta Mosko wiha be jî lê aliyên şer wisa nafikirin..

Serokwezîrê Ermenîstanê pêr eşkere kiribû ku wû agirbesteke demdirêj pêk neyê.

Serokê Azerbêcanê Îlham Aliyev jî anî ziman ku ti şensê wan ên pêkanîna çareseriya aştiyane li gel Ermenîstanê tine ye..

Aliyev gef li Ermenîstanê xwar ku ew ê herêma aloz bi temamî kontrol bikin…

ÇAVDÊRIYA MAFÊ MIROVAN:
BALAFIRÊN BÊ MIROV LI IDLIBÊ ÊRIŞÎ HTŞ KIRIN Û 15 JI WAN KUŞTIN

Li herêma Idlibê, doh li dijî çeteyên Heyet Tarîr El Şam êrişek pêk hat..

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku dema berpirsên çeteyan di civînê de bûn, balafirên bê mirov li wan dane..

Li gorî daxuyaniya çavdêriyê, êrişa li gundê Cekara ê nêzî sînorê Tirkiyê pêk hatiye û di encamê de herî kêm 15 kes hatine kuştin..

Çavdêriya Mafê Mirovan îdîa kir ku balafirên bi êrişê rabûna, yên Koalîsyona Navdewletî ne..

VÎRÛSA COVÎD-19
LI 54 HERÊMÊN FRANSAYÊ QEDEXEYA DERKETINÊ HAT RAGIHANDIN

Piştî çend mehan ji jiyana asayî, Ewrûpa careke din bi vîrûsa Koronayê re aloz bû..

Bi taybet jî Belçîka, Fransa, Almanya, Îtalya û Spanya…

Tenê li Fransayê di nava 24 saetên dawî de bêtirî 42 hezar kesên nû bi vîrûsê ketin û 162 kes jî jiyana xwe ji dest dan..

Ji ber vê yekê hukûmetê li 54 herêmên welat qedexeya derketinê ragihand..

Li gorî biryarê wê qedexeya derketinê bandirê li 46 mîlyom kesan bike û yên li dijî trevbigerin wê werin cezakirin..

Li Îtalyayê jî hejmara kesên nê yên bi vîrsûê dikevin her ku diçe zêdetir dibe..

Ji doh ve vîrûs di xwîna 16 hezar mirovî de hate tesbîtkirin..

Li Almnyayê jî hejmara rojane a nexwşên din di ser 10 hezarî re ye..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv