Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

UNISCO ji Tirkiyê destûra lêkolînkirina Aya Sophia xwest

 

Dagirker dema barbar bin, berhemên muhteşem ên dîrokî an xera dikin an jî ji xwediyê wan didizin.

Dewleta Tirk vê carê riya duyemîn tercîh kir û Dêra Ayasofyayê veguherand mizgeftê.

Li hember vê bêhurmetiya olî, niha Neteweyên Yekbûyî ket nava hereketê û ji dewleta Tirk daxwaza vekolîna Ayasofyayê kir.

LI TIRKIYEYÊ TALANA BERHEMÊN XRÎSTIYANIYÊ
UNESCO DIXWAZE LI AYASOFYAYÊ VEKOLÎNÊ BIKE

Dêra Ayasofya ku yek ji berhemeke yekta ya Bîzansiyan e, 1500 sal in bi hemû muhteşemiya xwe li ser piya maye.

Ev qubeyên bilind ku dîmenên Pêxember Îsa û ezîzên kevn li ser wan hatine çêkirin, şahidiya ji dîroka kevn a xrîstiyaniyê re dikin.

Lêbelê rêvebiriya Erdogan a pêşengiya îslama radîkal û netewperestiya tirk dike, bi biryareke ji nişkave vê dêrê veguherand mizgeftekê.

Û ji bo pîrozkirina vê xenîmeta xwe ya dîrokî, li vê mekanê pîroz ê xrîstiyaniyê limêjeke girseyî birêxistin kir.

Ev îbadeta fetha mizgeftê li cîhanê wekî kevneşopiyeke talanê hat pênasekirin û dewleta tirk hat şermezarkirin.

Piştî çend mehên din, niha jî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde Zanist û Hevkariyê UNESCO, ji bo vê mijarê ket nava hereketê.

Cîgirê Dîrektorê rêxistinê Ernesto Ottone, ji dewleta tirk daxwaz kir, ji bo vekolîna li Ayasofya û Muzeya Karîyeyê destûrê bide.

Ottone got, ew fikaran dikin ku Tirkiye zirarê daye berhemên biqîmet ên ola xrîstiyaniyê yên li van her du avahiyên dîrokî.

Eger dewleta tirk destûrê bide, ew ê UNESCO li van her du avahiyan vekolînekê bike û paşê di derbarê mijarê de raporekê amade bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv