HEWLDANA DAGIRKIRINA ŞENGALÊ
VEGUHESTINA HÊZÊN LEŞKERÎ JI BO ŞENGALÊ ZÊDE BÛ
Piştî hevdîtinên veşartî di navbera PDK, rêveberiya Bexda û dewleta Tirk de, 9’ê Cotmehê plana binavê “Peymana Şengalê” hat eşkerekirin..
Yek armanca vê peymanê hebû ew jî kontrolkirina Şengalê bû…
Piştî eşkerekirina peymanê, veguhestna hêzên leşkerî ve bi Şengalê ve destpêkir..
Hukûmeta Bexdayê îdîa kiribû ku ev tevgera wan bi armanca guhertina hêzên li Şengalê û bi hêzkirina herêma sînor e..
Li di nava demeke kurt de eşkere bû ku hêzên berê lê cihê xwe man û li gel vê bi hezaran polîs û esker hatin veguhgestin..
Herî dawî şevê din karwaneke nû yê hêzên leşkerî ber bi Şengalê ve hat şandin..
Çavkaniyên ji Şengalê têkildarî vê tevgerê agahî dan Ajansa Firatê û wiha gotin:
Beşkek ji wan hêzên hatin Şengalê ev gotin bikar anîn:
Em ji bo şerê li dijî YBŞ’ê hatine.
Şahidên tevgera leşkerî jî ragihandin ku hin kesên bi Tirkî diaxivîn di nava karwanê leşkerî de bûn..
Heta daxwaza tercûmanên Tirkmenî jî kirin..
Çavdêrên ku di nava çend rojên dawî de tevgera li Şengalê şopandine ragihandin ku heta niha bêtirî 8 hezar esker û polîs li herêmê hatine bicihkirin..
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, plan ew e ku ev hejmar 2 qatan were zêdekirin..