Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Virûsa Korona li cîhanê belav dibe

 

VÎRUSA CORONA BELAV DIBE. TEVÎ HEMÛ TEDBÎRAN, HEJMARA QURBANIYAN ZÊDE DIBE

Vîrusa Corona herî zêde li Îtalyayê dibe sedema qurbaniyan.

Di nava 24 saetên dawî de zêdetirî 368 kes mirin.

Li tevahiya cîhanê hejmara nexweşan jî, 169 hezar û 915’an derbas kir.

Almanya sînorê xwe yê bi Almanya, Avusturya, Swîsre û welatên din re girt.

Tevî hemû hewldanan pêşiya vîrusa Corona nayê girtin.

Vîrusa Corona di rojên dawî de herî zêde li Îtalyayê belav dibe.

Ji ber vê jî hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Di nava 24 saetên dawî de herî kêm 368 kes mirin û hejmara qurbaniyan jî hezar û 809 kes derbas kir.

Hejmara giştî ya kesên li Îtalyayê bi vê vîrusê ketine jî, 24 hezar û 747 kesan derbas kir.

Li tevahiya cîhanê hejmara nexweşan jî, 169 hezar û 915’an derbas kir.

Piştî Îtalyayê, herî zêde jî, Îran qurbaniyan dide.

Li Îranê hejmara qurbaniyan 724 kesan û hejmara kesên di xwîna wan de vîrus hate testpîkirin jî 13 hezar û 938 kesan derbas kir.

Piştî Îranê jî, Spanya û Koreya Başûr,welatên herî zêde zirar dibînin in.

Li Îngilistanê jî di nava 24 saetên dawî de hejmara kesên bi nexweşiya Corona ketine, ji sedî 20 zêde bûne.

Hejmara qurbaniyan jî, derket 35 kesan.

Li ser vê jî, Îngilistanê jî dest bi girtina tedbîrên awarte kir.

Li aliyê din, Fransa piştî girtina dibistanan û betalkirina maçan, biryara girtina restoran, sînema, kafe û her wekî din jî girt.

Almanya jî di çarçoveya tedbîran de sînorê xwe yên bi Fransa, Avusturya û Swîsre re girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv