Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîTenduristî

Li Cîhanê nêzî yek miliyon kes bi virûsa Koronayê ketine.

 

LI CÎHANÊ NÊZÎ MILYONEK KES BI CORONAYÊ KETIN. DERMANÊ NEXWEŞIYÊ NEHAT DÎTIN Û TENGASIYÊN TENDURISTIYÊ ZÊDE NE

Li seranserê cîhanê nêzî milyonek kes bi nexweşiya vîrusa Koronayê ketine.

Her wiha zêdetirî 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

Tevî vê rewşa giran, heta niha dermanek ji vê nexweşiya kujer re nehatiye dîtin.

Vîrûsa Covîd-19 ku meha Kanûnê li bajarê Wûhan ê Çînê derket, bi lez li cîhanê belav dibe.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku di hefteyekê de hejmara qurbaniyan du qat zêde bû.

Li 203 welatan nêzî milyonek kes bi nexweşiyê ketin, lê tê gotin ku hejmara rastî ya nexweşan gelekî zêdetir e.

Ji nexweşên bi vîrûsê ketin heta niha zêdetirî 200 hezar ji wan rehet bûn.

Ji aliyê hejmara nexweşan ve Amerîka di rêza destpêkê de ye.

Piştre jî bi rêzê Îtalya, Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran tê.

Wekî din di rojên dawî de gelek nûçe tên weşandin ku tê gotin Çîn hejmara rastî ya qurbaniyan vedişêre.

Li gorî agahiyan 42 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Ji Îranê jî guman tê kirin ku hejmara rastî ya qurbaniyan vedişêre.

Li gorî daneyên fermî li Îranê zêdetirî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Lê belê li gorî çavkaniyên xwecihî li 237 bajaran 14 hezar û 700 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Di vê navberê de li gelek welatên Ewrûpayê tengasiyên binesazî û amûrên pêşîgirtina li belavbûna şewbê xwe nîşan didin.

Ji ber zêdebûna nexweşan, odeyên karantîna û tedawiyê her diçe kêm dibin.

Ji bo Efrîqayê jî pispor dibêjin dibe ku hejmara qurbaniyan ji yên li Ewrûpayê zêdetir bibe.

Vê yekê jî bi pergala tendurustiyê ya nebaş a Efrîqayê pênase dikin.

Li aliyê din ji ber nexweşiya corona li Îspanyayê heta niha bi qasî 900 hezar karker ji karê xwe bûn.

Îngilîstanê jî ragihand ku ewê 36 hezar karkerên balafirgehan ji kar derxin.

Serokê welatê Fîlîpînê jî got kesên li gorî qedexeya derketina derve tevnegerin fermana lêdanê dane polîsan.

Li Yewnanîstanê jî ji ber ku li kampeke koçberan vîrusa corona derket, kamp hate girtin.

Ev jî hatin dîtin

09:30 Heyva Sor a Kurdistanê Alîkarî 08.02.2023

Stêrk Tv

09:30 Tendûristî 02.02.2023

Stêrk Tv

09:30 Tendûristî 19.01.2023

Stêrk Tv

09:30 Tendûristî: Qanser 12.01.2023

Stêrk Tv

09:30 Tendûristî 29.12.2022

Stêrk Tv

09:30 Tendûristî 22.12.2022

Stêrk Tv