Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîTenduristî

Li Tirkiyê û bakur hata niha 300 kes ji ber Virûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dane

 

Heta nina li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî nêzî 300 kes ji ber vîrusa Korona jiyana xwe ji dest da ne.

Zêdetirî 15 hezar jî bi nexweşiyê ketine.

Ji bo ku xelk li malê bimîne, ango debara xwe bike ti projeyek Dewletê tineye.

Ji ber vê yekê xelk mirinê dide ber çavê xwe û derdikeve derve.

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê kesên bi nexweşiya vîrusa corona dikevin û jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.

Heta niha li 335 deveran rewşa karantînayê heye.

Lê dîsa jî karker mirinê didin ber çavê xwe û dixebitin.

Li bajarê Tirkiyê Kocaeliyê li ser karkerekî vîrusa corona hat tespîtkirin.

Ji ber vê yekê li 2 fabrîkeyên ku 600 kes lê dixebitîn kar sekinî.

Li şaredariya bajarê mezin a Stenbolê 90 xebatkarên wê bi nexweşiya corona ketin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî li Enqerê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Başaran got di vê demê de li malê kuştina jinan zêde bûye û yekser desthilatdarî jê berpirsiyar e.

Li Amedê jî alîkariya ku tê dayîn bi destûra rêxistina AKP’ê ve girêdayî ye.

Heta ku AKP erê neke alîkarî nadin malbatê xizan.

Li Cizîra Botan jî parlementer û rêveberên HDP’ê ji bo agahdariya gel belavok belav kirin.

Lê piştî bi demekê polîsan astengî derxistin û destûr nedan.

Parlementerê HDP’ê Alîcan Onlu jî daxuyaniyek da û got li Dersimê nexweşên corona zêde bûne û heta niha ti tedbîr nehatiye girtin.

Endamên Meclîsa ciwanên HDP’ê yên li Wanê jî xwestin ku her kes di vê demê de piştgiriya hev bike.

Li Edenê jî sendîkayên karker û kedkaran daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Sendîkayan ji bo parastinê gel hişyar kirin.

Li Îzmîrê jî hêzên ked û demokrasiyê banga xurtkirina hevgirtinê li gel kirin.

Însiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê jî peyamek bi dîmen weşandin.

Derûnnasan bang li gel kirin ku dernekevin derve û xwe biparêzin.

 

Ev jî hatin dîtin

09:30 Heyva Sor a Kurdistanê Alîkarî 08.02.2023

Stêrk Tv

09:30 Tendûristî 02.02.2023

Stêrk Tv

09:30 Tendûristî 19.01.2023

Stêrk Tv

09:30 Tendûristî: Qanser 12.01.2023

Stêrk Tv

09:30 Tendûristî 29.12.2022

Stêrk Tv

09:30 Tendûristî 22.12.2022

Stêrk Tv