QEDEXEYA BERIYA TEVGERA DAGIRKERIYÊ
WALÎTIYA DAGIRKER LI 10 GUNDÊN BEDLÎSÊ DERKETINA DERVE QEDEXE KIR
Beriya her tevgereke dagirkeriyê derketina derve tê qedexekirin.
Walîtiya dagirker a Bedlîsê jî li 10 gund û gundên Bedlîsê derketina derve qedexe kiriye.
Piştî ragihandina qedexeyê ber bi herêmê ve sewqiyateke mezin a eskerî jî hatiye kirin.
Li gorî agahiyan tevgera dagirkeriyê di navbera gund û gundikên Kayalibag, Kaşikli, Karaca, Aşagiçobansuyu, Çobansuyu, Gulluce, Esenburun, Harmanyerî, Sarikonak û Konalgayê de ye.
Li aliyê din çavkaniyên herêmê ragihandin, ku artêşa Dewleta Tirk li bejahiya gundên Werzikê, Dînara, Gizrê, Dînara û Îwanê yên navçeya Mêrdînê Kerboranê dest bi tevgereke dagirkeriyê kiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 9’ê çileyê li navça Amed Licê jî qada di navbera gundên Cinezur, Derxust, Hiseynik û Mişref de eskeran piştî qedexeyê dest bi tevgera dagirkeriyê kiribû.
Piştî ku di şer de derbê ji gerîlayan xwaribê jî îcar îşkence li gundiyan kiribû. Ji gundê Mişrefa Mehmetşah Bozkuş bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û piştre jî hatibê girtin.
Li navça Amed Farqînê cendirmeyan bi ser gunêdn Cumat û Hindesê de girtin.
Di serdegirtinê de li gundê Hindesê du birayên bi navê Mehmet û Faruk Îkîncîoy hatine binçavkirin.