LI SER ŞENGALÊ HEWLDANA FERMANEKE NÛ
JI WARGEHA ŞEHÎD RUSTEM CÛDÎ YA MEXMÛRÊ JI BO ŞENGALIYAN PIŞTGIRÎ
Şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniya xwe dan.
Endama Meclîsa Gel a Demokratîk Evîn Tayboxa daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku herî zêde Êzidiyan bi fermanên li serê wan hatine rakirin êş kişandine û bûne hedefa qirkirinê û hat gotin:
Em gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê êş û jana civaka xwe ya Êzidî fêm dikin û ji bo rêveberiya wan a xweser piştgir in.
Di daxuyaniyê de peymana bêyî îradeya Şengaliyan hatî mohrkirin jî weke fermaneke nû ya li ser civaka Êzidî hat binavkirin.
Mexmûriyan bang li her kesî kirin, ku piştgirî bidin civaka Êzidî.