10’Ê COTMEHÊ ROJA AZADIYA OCALAN A CÎHANÊ
WÊ LI GELEK DEVERÊN CÎHANÊ ÇALAKIYÊN JI BO AZADIYA OCALAN PÊK WERIN
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê 10’ê Cotmehê weke ‘Roja Ji Ocalan Re Azadî ya Cîhanî’ ragihand.
Di wê rojê de, wê li gelek deverên Cîhanê çalakî pêk werin.
KCDK-Ewrûpayê di serî de Kurdistanî û dostên wan bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên 10’ê Cotmehê bibin.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê bi daxuyaniyekê ragihand ku dem hatiye Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
KCDK-Ewrûpayê bal kişand ser salvegera komploya navneteweyî ku 22 salan li pey xwe dihêle û wiha got;
Armanca hêzên ku di şexsê Rêber Ocalan de komploya navneteweyî kirine ew e ku pêşî li jiyana hevpar û azadîparêziya jinê bigirin. Eger pêşî li desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê neyê girtin, di serî de ji bo Kurdan wê ji bo tevahiya Tirkiye, Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bibe felaketên mezin. Niha ew dem e ku aştî, aramî û azadî li dijî faşîzmê weke alternatîf bê destnîşankirin.
KCDK-Ewrûpayê got; heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî nebe û Rêberê gelan azad nebe, wê nesekinin û wiha dewam kir;
Em zanin ku bidawîbûna şerê li Kurdistanê û herêmê, azadiya gelan û azadiya Rêber Ocalan di zikhev de ne. Azadiya Rêber Ocalan, bidawîbûna komkujî, dagirkerî û zextên faşîst ên li ser gelan bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelan dibe. Yekane muxatabê bidawîkirina şer û pêkanîna çareseriyê Rêber Ocalan e.
KCDK-Ewrûpayê ji bo vê yekê 10’ê Cotmehê weke ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê’ ragihand û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên 10’ê Cotmehê bibin.