ŞANDEYA KNK’Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE
ŞANDE LI GEL YEKÎTIYA PARLEMENTERÊN KURDISTANÊ CIVIYA
Kongreya Netewî ya Kurdistanê, li dijî siyaseta şerxwaz û siyasetên dijî yekîtiya netewî, di nava liv û tevgerê de ye.
Bi vê boneyê şandeya KNK’ê li Başûrê Kurdistanê ye û bi aliyan re hevdîtinan pêk tîne.
Şande piştî hevdîtina bi seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê bi Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê re civiya.
Rayedarên KNK’ê û Yekîtiya Parlamenteran piştî civînê daxuyanî dan çapemeniyê.
ŞANDEYA KNK’Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE
21’Ê MIJDARÊ WÊ KOMCIVÎNA ‘ŞÊWRA PÊKANÎNA DIYALOGA NAVXWEYÎ’ PÊK WERE
Li ser navê KNK û Yekîtiya Parlamenteran Endamê Yekîtiya Parlamenteran Kardo Mehemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de tê gotin; “Ji bo helwesta diyalog û aştiyê were pêşxistin” wê komcivînek mezin bê lidar xistin.
Komcivîn wê di bin navê “Şêwra Pêkanîna Diyaloga Navxweyî” pêk were.
Kardo Mihemed, di daxuyaniyê de li ser armanca komcivînê û şêwazê şewrê de jî ev agahî dan.
Piştî daxuyaniyê Hevserokê KNK’ê Ehmet Karamus axivî û got;
“Armanc, jî vê komcivînê ewe ku em çareseriyeke mayînde ji aloziyên di nava Kurdan peyda bikin.”