PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE
WELATIYÊN ŞAREZUR: EM BI HEMÛ AWAYEK PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊNGAVA KCK’Ê
Li Başûrê kurdistanê jî pêngava KCK’ê bi xurtî rêve diçe.
Welatiyên Navçeya Şarezur jî piştgirî dan pêngavê û daxwaz ji xelkê Başûrê Kurdistanê kirin ku bi yekdengî xwedî li pêngava KCK’ê derkevin.
Dengvedana pêngava KCK’ê ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ berfireh dibe.
Xelkê navçeya Şarezûr a Silêmaniyê piştgirî dan pêngavê.
Cebar Mihemed balkişand ser êrîşên dewleta tirk a dagirker û li hemberî dagirkeriyê piştgirî da pêngavê.
Mamosta Mihemed Reşîd jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got;
Bi salan e dewleta Tirk bi hevkariya desthilatê sinorê Herêma Kurdistanê bin pê dike.
Mamosta Mihemed Reşîd, destnîşan kir ku pêngava KCK’ê bi nirx e û li dijî dagirkeriyê ye.