Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Welatiyên Soran 10 sal in li benda kargeha komkirina çopê ne 28.09.2020

 

Ji beriya 10 salan aliyên peywendîdar ên navçeya Soran a ser bi Hewlêrê girêbestek li gel kompanyek ya paqijiyê kiribûn daku ev kompanye kargeha vegerandin û ji hevcûdakirina çopê li navçeyê avake. Lê deh sal derbasbûn hîna kargeh nehatiye avakirin. Çopa naveçeyê tê avêtina ser rêyan û tê şewitandin. Kompanya paqijiyê jî diyarkir hikûmetê zevî ji bo wan peyda nekiriye.

Ji beriya 10 salan Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbestek li gel kompanyek ya paqijiyê îmze kir daku ev kompanya li navçeya Soran a girêdayî Hewlêrê kargehek ya vegerandin û jihevcûdakirina çopê ava bike. Li gorî girêbestê wê hikûmet mehane 12 milyar dînar bide kompanyê ji bo paqijkirina çopa navçeya Soran, Rewanduz, Mêrgesor û Çomanê. Lê vê kompanyê hîna ev kargeh avanekiriye û hikûmetê jî pişta xwe daye mijarê.

Qirêjbûna jîngehê bandorek nerênî li ser tendirustiya mirovan dike. Li gorî lêkolînên zanistî, dema jîngeh qirêj dibe nexweşiya penceşêr zêde dibe û bandorek nerênî li ser organên henase û molekulên xwînê dike. Bi vê re jî nexweşiyên melarya û giranetaş çêdibin.

Bi avakirina vê kargeha navborî re wê çopa Soran, Rewanduz, Çoman û Mêrgesorê li vê kargehê de were komkirin. Her wiha wê derfetê kar ji bo 700 kesan çêbe. Wê rojane 400 ton çop û paşmayî di kargehê de were ji hevcûdakirin, beşek ji vê çopê wê carek din ji bo bikaranînê were amadekirin.

Rêkxistinên jîngehê yên navçeya Soran ji rewşa heyî bi fikarin û ji bona vê jî zextên xwe yên li ser hikûmetê û aliyên peywendîdar zêde kirine. Ji ber zexta zêde ya çalakvan û rêkxistinên jîngehê niha kompanya navborî bi hemahengiya şaredarî û îdareya navçeyê ketiye nava hewildanan daku kargehê ava bike.

Têkildarî mijarê Serokê Rêkxirawa War a ji bo Jîngehê Hejar Mahîr ji Rojnews’ê re axivî û got: “Hikûmet bi awayek xemsar nêzî avakirina vê kargehê dibe. Niha çop û paşmaya welatiyan dîmenê navçeya Soran û bajaroka Rewanduz ku cihên geştiyariyê ne xerab kiriye.”

Di dewamê de Hejar Mahîr da zanîn 8 meh ji bo avakirina vê kargehê dem hatiye dayîn, lê tirsa wan ewe ku heşt salên din jî kargeh neyê çêkirin.

Li ser mijarê Rêveberê Kompaya Papa Grub a paqijiyê Zêndîn Husên jî qala sedemê çênekirina kargehê kir û got: “Di nava 10 salên derbasbûyî de Hikûmetê ji bo avakirina kargehê zeviyek ji bo me peyda nekiribû. Lê niha zeviyek hatiye peydakirin, em hewil didin di nava 8 ta 9 mehên pêş de kargehê avabikin.”

Têkildarî qirêjiya jîngehê û bandora wê li ser tendirustiyê jî Bijîşkê nexweşiyên veguhêz Ebdulrehman Mihemed da zanîn jîngeh bi rêya madeyên şil, req û gazan her wiha hinek madeyên demborî qirêj dibe û gelek nexweşiyan bi xwere tîne.

Bijîşk Ebdulrehman got: “Dema hewa û jîngeh qirêj dibe, organên nefesê nexweş dikevin û bi xwere nexweşiyên rebo û nefestengiyê tîne. Her wiha nexweşiyên zikçoyîn, melarya, û giranetaş çêdibin. Ji berku bi rêya mêş û mêrûyan re ev nexweşî derbasî mirovan dibin. Her wiha di dema qirêjbûna jîngehê de hinek nexweşiyên giran ên wek penceşêr, nexweşiyên ciger, xerabûna molekûlên xwînê û nexweşiya dil bi mirovan re derdikevin.”

Ebdulrehman Mihemed da zanîn divê îdareya navçeya Soran û wezareta tendirustî çareyek bibînin daku jîngeha deverê qirêj nebe û ev çop û paşmayî were komkirin.

Li gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê ji ber nebûna van kargehên komkirin û paqijkirina çopê, li gelek kolan, cihên giştî û geştiyarî çopek zêde komdibe. Gelek caran ev çop tên şewitandin yan jî dixin dibinê axê de. Ev yek jî di warê zanistî û tendirustî de nagunce li gel jîngehê. Metirsiyek zêde dixe ser siberoja mirovan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv