Xwendekarê Zanîngeha Sala Sedî ya Wanê (YYU) Rêber Mazlûm Safran, bi sedema ku name ji Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala re şandiye û wêneyê Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez par ve kiriye, hate girtin.
Xwendakarê Zanîngeha YYU’yê yê Wanê Mazlûm Safran 16’ê Mijdarê hate destîrkirin û piştî bi sê rojan hate girtin û şandin girtîgehê.
Sedema girtina Safran parvekirinen medyaya sosyal bû.
Nameyên ku Safran ji Selahattîn Demîrtaş ê ku rehîn hatî girtin, ji Osman Kaval û Ebrû Tîmtîk re, ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest danî, şandibûn weke sûc hatin dîtin. Dadgehê Demîrtaş, Kaval û Tîmtîk weke ”endamê rêxistinê” pênase kir.