WEYSÎ TALLÎ / WELAT
BAŞÛR BI KÎJAN SÎSTEMÊ TÊ BI RÊVEBIRIN
Yek ji mijarên rojevê ew e ku dema dawî nêzîkatiya PDK’ê ya li ser xelkê Mexmûrê ye. Di nava sal û nîvê de ku dorpêç pir asê heye, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser ekranên televîzyonan daxuyanî da û got; ‘Me bi dehan kesên PKK’î ku hewl didan êrîşên sûîkastê û êrîşî navendan bikin girtine’ lê derket holê ku kesên Mesrûr Barzanî qala wê dikir, karkerên Mexmûrê û xwendekar in û ew li ser rê girtine.
Welatiyên piştî bi rojan bê guneh hatin girtin, nêzîkatiyên xirab li wan hate kirin. Piştî derketin anîn ziman û gotin; ‘Li girtîgehan nêzîkatiyên ‘terorîstî’ li me dikirin. Em li nava hucreyên DAIŞ’ê bi cih kirin’. Ev yek helwestek dijminaneye ku raberî xelkê Mexmûrê tê kirin. Welatiyên ji bo debara xwe bikin, weke ‘terorîst’ pênasekirin û dîsa jî ew bi amadekirina ‘êrîş û sûîkastan’ sûcdarkirin.
Gelo çi bû gelê ku serokê demê yê PDK’ê Mesûd Barzanî spasî kir, niha weke ‘terorîst’ tên pênasekirin û ev nêzîkatî li hemberî wê tê nîşandan. Ev yek helwesta PDK’ê ye? Yan jî nêzîkatiyên şexsî ye? Kîjan kes û hêz dibe sedem ku ev yek li hemberî gelê welatparêz bê nîşandan? ev pirs li benda bersivê ne.
Dîsa di nava du mehan de 2 welatiyên Mexmûrê ku dem û cihên cuda li bajarên başûrê Kurdistanê hatibûn girtin, bi rengekî gumanbar li girtîgehên Başûr jiyana xwe ji dest dan. Ev yek pir balkêş e. Berî niha Hacî Haydar û herî dawî jî Metîn Adogît li girtîgehên Başûr bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Gelek îdîa digerin. Rêveberiya Başûr û bi taybet hikûmeta başûrê Kurdistan û Parlementoya Başûrê Kurdistanê divê derbarê vê mijarê daxuyaniyek bide û zelaliya vê mijarê raber bike.
Dema mirov li rewşa Bakurê Kurdistanê, êrîş û nêzîkatiya rejîma faşîst a tirk dinêre û dîsa li bûyer û pêşketinên li Başûrê Kurdistanê ku bi serê welatiyên Kurd ên parçeyên têne kirine dinêre, mîn hev in. Kurdên li Bakur ji ber doza azadiyê tên girtin û êşkencekirin, li Başûr jî heman tişt dibe, girtî di zindanên Tirkiyeyê de di darbestan de tên berdan, li Başûr jî girtî bi darbestan derdikevin.
Sîstema cerdevaniya li Bakur tê kirin, hewl didin niha li Başûr jî pêşbixin. Nêzîkatiya li kurdan, di polîtîkayên PDK’ê de li Başûr ne ji yên dewleta Tirk cûda ne.