Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Wezareta Parastinê ya DYE: Dewleta Tirk DAIŞ fînanse dike

 

 

WEZARETA PARASTINÊ YA AMERÎKAYÊ: DAIŞ, TIRKIYÊ WEKE BAREGEHA XWE YA NAVENDÎ BIKAR TÎNE

Ji sala 2013’an ve, pêwendiya di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê ji aliyê cîhanê ve tê zanîn..

Gelek caran ev jî bi belegeyan hatiye piştrastkirin..

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê têkildarî rewşa dawî ya DAIŞ’ê raporek amade kir..

Di raporê de Tirkiye weke navenda fînans, lojîstîk û peydakirina çekan ji bo DAIŞ’ê, hatiye binavkirin..

Pêwendiyeke çawa di navbera dewleta Tirk û DAIŞ’ê de heye? Ev yek bi salane tê zanîn..

Hê di pêvajoya destpêkê ya derketina DAIŞ’ê de, ji seranserê cîhanê çeteyan berê xwe dan Tirkiyê û li wir ji bo beşdarî nava DAIŞ’ê bibin hatin birêxistin..

Paşê bi demê re ev yek veguherî pêwendiyeke bi hêz a malbata serok-komarê Tirk Erdogan û DAIŞ’ê..

Rûsya ku îro xwe weke dostê Erdogan binav dike, Kanûna sala 2015’an bi dîmen û belge bazirganiya petrola Sûrî ya di navbera DAIŞ û malbata Erdogan de eşkere kir..

Heman rastî gelek caran ji aliyê rayedarên Amerîka û welatên Yekîtiya Ewrûpayê ve jî hate gotin..

Herî dawî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê têkildarî rewşa DAIŞ’ê raporek ji 136 rûpelan, weşand..

Di raporê de, behsa tevgera çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyê tê kirin û ev yek li gorî encama lêkolînên Fermandariya Amerîkay a li Ewrûpayê hatiye amadekirin..

Xalên têkildarî mijarê di raporê de hatine bicihkirin wiha ne:

Tirkiyê hê jî ji bo DAIŞ’ê weke navenda sereke ye. DAIŞ transfera pereyên xwe di ser Tirkiyê re pêk tîne. Tenê di nava 9 mehên derbasbûyî de, li Tirkiyê bêtirî 10 kes ji bo van karên DAIŞ’ê hatine wezîfedarkirin.

WEZARETA PARASTINÊ YA AMERÎKAYÊ: ÇEKDARÊN GIRÊDAYÎ TIRKIYÊ, LI BAKUR-ROJHILATÊ SÛRÎ MALÊN GEL TALAN DIKIN

Di raporê de encama lêkolîna Wezareta Karê Derve a Amerîka derbarê çeteyên dewleta Tirk li Sûrî de jî hatiye bicihkirin..

Li gorî vê tê gotin,

Komên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike, li Bakur û Rojhilatê Sûrî mirovan dikujin û malên wan wêran dikin.

Sivîlên ji aliyê van koman ve têne girtin jî, ji bo Tirkiyê têne veguhestin.

Herî dawî di raporê de tê bibîrxistin ku ji ber vekişîna hêzên Amerîka ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, her wiha êrişa artêşa Tirk a 9’ê Cotmeha sala 2019’an, hişt ku DAIŞ careke din xwe birêxistin bike..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv