PÊWENDIYÊN ROJAVA Û SWÊDÊ
WEZÎRA KARÊ DERVE ANN LIND LI GEL RÊVEBERÊN ROJAVA AXIVÎ
Doh di navbera wezîra karê derve a Swêdê Ann Lînd û nûnerên rêvbeberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî hevdîtineke bi rêya online pêk hat..
Wezîra Swêdî Ann Lind mijara civînê li ser hesabê xwe ê twîtterê parve kir..
Ji aliyê Rêveberiya Xweser, Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, Cigîrê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya, Hevserokê Komîteya Pêwendiyên Derve Dr. Ebdulkerîm Omer û Nûnerê Rêveberiya Xweser li Skandinavyayê Şiyar Elî beşdar bûn..
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di civînê de rewşa li herêmên Rêveberiya Xweser, xebatên siyasî, gefên dewleta Tirk û diyaloga Kurdî-Kurdî hatin gotûbêjkirin..
Her wiha helwesta hêzên cîhanî li hemberî girtiyên DAIŞ û malbatên wan jî rojeva aliyan bû..
Wezîra Siwêdî careke din êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê şermezar kirin û got, ji bo çareserkirina aloziya li Sûrî, pêwîste Rêveberiya Xweser cihê xwe di hevdîtinên navneteweyî de bigre..