PEYMANA MSD’Ê Û PARTIYA VÎNA GEL
XALÊN KU ALIYAN LI SER LIHEVKIRIN E
Xalên ku MSD û Partiya Vîna Gel li ser lihevkirine jî hat ragihandin.
Li gorî peymanê:
Di Sûriya nû de, xak û gelê Sûriyê yek in.
Çareya siyasî deriyê tekane yê bidawîkirina aloziya Sûriyê ye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêwîstiyek e û pêdiviyeke civakî ya girêdayî rewşa welat e.
Peymana ku di navbera Meclîsa Sûpriya Demokratîk MSD’ê û Partiya Vîna Gel a Sûriyê de hatiye îmzekirin eşkere bû.
Li gorî ku hat ragihandin çend xalên bingehîn ên muzakereyê wiha ne:
Di Sûriya nû de, xak û gelê Sûriyê yek in. Sûriya nû dewleteke demokratîk e û tê de wekhevî û edaleta civakî heye û bi tevahî pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Ermen û Çeçen serbilind e. Karên bingehîn wekî karên derve, parastin û aborî, bi awayekî wekhev tên birêvebirin.
Çareya siyasî de deriyê tekane yê bidawîkirina aloziya Sûriyê ye. Her wiha ew çareya ku xwe dispêre serweriya gel a bi hemû pêkhate û mafê wan ên diyarkirina çarenûsê bi rêya diyalogê.
Dewleta welatîbûyînê ya wekhev li Sûriyê tekeziyê bi pirrengiya civaka Sûriyê, neçarkirina dîtina çareyên demokratîk û adil, ji doza Kurd li Sûriyê re li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî û mafên wê yên destûrî dike. Her wiha di dewleta welatîtiyê de mafên neteweyî yên tevahî pêkhateyên Sûriyê, di yekitiya Sûriyê û serweriya wê de parastiye.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiyek e û pêdiviyeke civakî ya girêdayî rewşa welat e. Her wiha ji bo bidawîkirina aloziyên heyî pêwîstiyeke herêmî ye. Divê li ser asta neteweyî ya giştî û di çarçoveya lihevkirina di navbera gelê Sûriyê de bi pêş bikeve, da ku yekitiya xaka Sûriyê, serweriya wê û pergala rêveberiya giştî xurt bibe.
Artêşa Sûriyê, saziyeke neteweyî ya giştî ye, tenê bi rakirina çekan ve girêdayî ye û destwerdana siyasetê nake. Divê QSD ya ku bi awayekî cidî rola xwe di şerê li dijî terorê de lîstiye û hê jî li ser xurtkirina jiyana hevbeş dixebite, li ser bingeha form û mekanîzmayên lihevkirinê tev li vê saziyê bê kirin.
Li gorî vê, her du aliyan li ser xurtkirina peywendî û hevkariya li ser asta siyasî ya giştî û asta xebata yekser, li hev kir. Her du aliyan piştrast kir ku pêwîst e xebata hevbeş ji bo garantiya beşdariya MSD’ê di xebata siyasî ya tevahî hûrgiliyên de pêk bê û beşdarî komîteya destûra Sûriyê bibe.