XEBATÊN KNK’Ê YÊN JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ
HEYETA KNK’Ê BI HIZBA DEMOKRAT A KURDISTANÊ RE CIVIYA
Heyeta KNK’ê ji bo pêşî li şerekî navxweyî yê Kurdan bigre li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe didomîne..
Ji derveyî PDK’ê heyeta KNK’ê heta niha heme bêje serdana hemû partî û rêxistinan kiriye..
Rêveberên PDK’ê tevî bangên hemû aliyan jî daxwaza hevdîtinê ya bi KNK’ê re hê qebûlnekirine..
Herî dawî heyeta KNK’ê li Hewlêrê bi Hizba Demokrat a Kurdistanê re civiya..
Têkildarî hevdîtinê hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs ev agahî dan.
XEBATÊN KNK’Ê YÊN JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ
HEYETA KNK’Ê BI REWŞEMBÎR Û KESAYETÊN HERÊMA GERMIYAN RE CIVIYA
Heyeta KNK’ê bi kesayet û rewşenbîrên herêma Germiyanê civînek organîze kir.
Endama heyeta KNK’ê Asya Ebdullah di civînê de axivî û balkişdan ser dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd.
Rewşenbîr û kesayetên ku di civînê de amade bûn jî nerazîbûnên xwe nîşanî siyaseta PDK’ê dan..