Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xebatên Sendîkayên Karker û kedê li Brîtanyayê ji bo Kampaniya azadiya Rêber Abdulah Ocalan

 

Sendîkayên Karkeran û pişe saziyan yên Îngilîstanê ji sala 2016’an ve binavê Freedom for Öcalan ji Ocalan re azadî dest bi kampanya azadiya Rêber Abdulah Ocalan kirine.

Ev sendîkayên xwedî bi miloyonan endam in, li welat xebatan bi rêve dibin.

Em binêrin ka dinava 4 salan de van sendîkayan ji bo azadiya Ocalan çikiriye.

“THE TIMES HAS COME” ÊDÎ DEM HATIYE! LI BRÎTANYAYÊ XEBATÊN KAMPANYA “JI OCALAN RE AZADΔ

Sendîkayên Karkeran a Îngilîstanê û GMB’î 2016’an li Parlemena Ingilistanê bi daxuyaniyekê hevpar diyar kirin ku, dê sala 2018’an dest bi kampanya Fredom For Ocalan an go Ji Ocalan re azadî dikin.

Ev herdû sendîka jî xwedê mîlyonan endam in..

Û dibêjin heta rêber Abdulah Ocalan azad bibe ewê xebatan bimeşînin

Li aliyê dinê li seranserî Birîtanyayê derbarê tekoşîn û fikrên rêber Abdulah Ocalan de jî xebat tên meşan

Yekîtiya Sendîkayên Brîtanyayê ku 5 mîlyon û nîv karkeran temsîl dike, sendîkaya Unîte the Union, sendîkaya kar a giştî-GMB û 40 sendîkyên din di nav de cîh digrin rêxistina kedê a herî mezin ya welêtê.

LI BRÎTANYAYÊ XEBATÊN KAMPANYA “JI OCALAN RE AZADΔ
Ji bilî sendîkayên kedkar û karmendan, sendîkayên derdorên cihêreng ên civakê jî di kampanyayê de cih girtin.

Bo nimûne, Sendîkaya PROSPECT ku 183 hezar endamên wê hene , temsîla zanyar, hunermend, endezyar û rêveberan dike

Sendîkaya Thompsons Solicitors jî nûneriya bi sedan parêzeran dike.

Di meha gulanê de ji bilî hin şaxên nû yên UNITE UNIONê, herwiha sendîkaya muzîsyenan jî beşdarî kampanyayê bû.

Sendîkaya bi navê MU ku temsîla 32 hezar muzîsyenî dike, sala 1893’an li Manchesterê hatiye avakirin.

Vê sendîkayê berê gelek caran diyar kir ku ew destekê didin kampanya azadî ji bo Ocalan.

Ji hin sedîkayên ku piştirî dane kampanya Freedom for Öcalan wiha ne.

Sendîkaya mamosteya yan NEA NUT xwedî 450 endame,

Sendîkaya karkeran GFTU xwedî 400 hezar, endame

Sendîkaya agirkujan FBU xwedî 55 hezar endame,

Û Sendîkaya rêyên hesinî û rêyên temîrkirinê RMT’e xwedî 80 hezar endame.

Van sendîkyan û çendî sendîkayên din piştgirî dan kampanya “Freedom for Öcalan”.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Brîtanî ku zêdeyî 6 mîlyon endamên wê hene, jî di kongra xweya sala par de ragihand ku ew piştgiriya kampanya ji “Ocalan re azadî” dikin

Sendîkaya karkerên dikandar, mutefîk û belavkaran USDAW bi 500 hezar endamên xwe ragihandibûn ku ew destekê didin Kampanya “Ji Ocalan re Azadî,

Li aliyê din, ji derveyî piştgiriya sendîkayan li seranserî Îngîlîstanê di çarçoveya kampanya yê de xebat hatin meşandin.

Yek ji van xebatan jî fetîvala herî mezin ya Birîtanyayê Madenvanan bû.

Festîvala Madenvanan a ku her salê li Dûrham a dikeve bakurê Brîtanyayê tê lidarxistin sala 2018’an diyarî Abdullah Ocalan hat kirin.

Bi hezaran kesên tevlî festîvalê bûn, tîşortên li ser wêneyê Ocalan û nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî’ li ser li xwe kirin.

Di festîvalê de bi hezaran kesî bi yek dengî gotin; ji Ocalan re azadî.

Li Îngîlîstanê ji sala 2018’an heya 2019’an ji bo azadiya rêber Ocalan 3’ê milyon îmze hatin berhev kirin.

Her çendî sala 2020’an bi şewba Coronayê dest pêkiribê jî mirov dikare bêje bû sala êdî dem hatiye.

Di pêvajoya şewba coronayê de bi rêya onlîne bi diruşmeya dem hatiye mitîng li ser înternetê hat li darxistin.

Di van hevdîtinan de serokên sendîkayan, parlamenter, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan, hunermend, siyasetmedarên Kurd û Brîtanî, nûnerên rêxistinên civakî beşdar bûn.

Di komîteya organîzasyonê de, serokê berê ê sendîkaya mamosteyan û Barones Christine Blower, berpirsê maseya navnetewî a Sendîkaya UNITE ku mîlyonek û nîv endamên wê heye Sîmon Dubbîns û nûnerê navnetewî ê UNITE Clare Baker,

Înîsiyatîfa jinên Kurd Elîf Sarican û endamê meclîsa şaredariya partiya karkeran û organîzatorê kampanya “Ji Ocalan re azadî” Matt Nathan, cîh girtin.

Di sala 2018’an de 14’e û di sala 2020’an de jî 30 sendîkayan bi hev re daxuyanî dabûn û banga azadiya Ocalan kiribûn.

Xebatên Freedom for Öcalan li welatê Îngîlîstanê hîna jî bi xurtî dewam dike.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv