Aloziya aborî, siyasî û rêveberiyê, li Başûrê Kurdistanê mezin dibe.
Qedexeya derketina derve kir ku welatî berê xwe bidin kolanan.
Hêzên ewlehiya Silêmaniyê êrişî gel kirin.
Wezareta Karê Hindir ya Herêma Kurdistanê ragihand ku derketina derve hatiye qedexekirin.
Qedexe, 1’ê Hezîranê dest pê kir û heya 6’ê Hezîranê dewam dike.
Tevî liv û tevgerek kêm, piraniya dikan û bazarên Silêmanî û Hewlêrê girtî bûn.
Lê belê xelkê Silêmaniyê li dijî biryara qedexeya daketin kolanan.
Komek welatî û dikandarên bajarê Silêmanî, çalakiyek lidar xistin.
Çalakgeran daxwaz kirin ku dikan û bazar werin vekirin û biçin ser karên xwe.
Wekî sedem jî dibêjin; beriya niha jî hikumetê ti alîkarî nedaye me, em nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin.
Welatî sedema daketina kolanan wiha tînin ziman…
Karmendekî polîs jî ku tevlî çalakiyê bûye bi taybetî balê dikişîne ser rewşa aborî ya gel.
Doktorekî ku beşdarî çalakiyê bûye jî dibêje, corona heye lê gel jî bê çare ye…
Şêniyekî bajêr jî dide zanîn ku ti dînar di berîka kesî de nema ye.
Piştî saetên nîvro mamoste û karmendên bajêr jî tevlî çalakiyê bûn.
Komek ji xwepêşanderan ber bi kolana Salim û beşek din jî ber bi kolana Mewlawî ve dest bi meşê kirin.
Piştî demekê asayîşa Silêmanî xwe li xwepêşandan ranegirt û êriş kirin.
Gelek çalakvan hatin binçavkirin.
Lê belê tevî hemû astengiyan jî çalakvanan diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Bi heman armancê 1’ê Hezîranê di saetên êvarî de li navçeya Derbendîxan, Ranye û Qeladizê jî welatî û esnaf daketin kolanan û çalakî lidar xistin.