Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xelkê Wanê li dijî faşîzmê rabû û gotina xwe got: Yekitî 08.01.2021

 

XELKÊ WANÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ RABÛ
LI WANÊ XELK GUH NEDA FAŞÎZMÊ Û GOTINA XWE GOT: YEKITÎ

Bi bangewaziya KCD, HDP, TJA û DBP’ê îro li Wanê çalakiyek watedar hat lidarxistin.

Çalakî bi şîara “Niha dema yekitî û azadiyê ye” hat lidarxistin.

Wan li herêma Serhedê bajarê herî mezin e û li vî bajarê rejîma tirk bi qeyûmên xwe dest daniye ser îradeya gel.

Bi polês û cendirmeyên xwe jî jiyan li xelkê Wanê herimandiye.

Bi ser de jî waliyê dagirker bi salan e li vî bajarê çalakiyan bi kêfa xwe qedexe kiriye.

Li dijî vê rewşa faşîzma tarî şêniyên Wanê guh neda tu asteng û zora rejîma faşîst.

Xelkê wanê ku bi banga partiyên demokratîk wê ji bo yekititiyê daxuyanî bida li ber avahiay DBP’ê li hev kom bû.

Polêsên rejîma faşît pêşî li wan girtin. Heta ji ber israra wan bi ava şid êriş jî kirin.

Lê dîsa jî nekarîn pêşiya xelkê bigrin.

Wanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyana nabe” bi israr ber bi parkê ve meşa xwe domand.

Xelkê Wanê bend derbas kirin û di kuçeyan re bi dirûşman xwe gihandina Parka Feqiyê Teyran.

Li vir li ser navê girseyê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz daxuyanî xwendin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk daxuyanî bi kurmancî xwend û îşaret bi faşîzma li Tirkiyê jî kir.

Yek ji mijara sereke a çalakiyê jî pergala tecrîda li Îmraliyê bû, Berdan Ozturk diyar kir ku wê têkoşîna ji bo şikandina vê pergalê dewam bikin.

Di dawiya daxuyaniya hat dayîn de jî daxwaza ji bo yekitiya netewî hat dubarekirin. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv