Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xeteriya Virûsa Korona li ser Îmraliyê

 

MAZLUM DÎNÇ: EM JÎ WEKÎ CIVAKÊ BI FIKARIN, DIVÊ PÊŞIYA HEVDÎTINÊ WERE VEKIRIN

Wekî kurdistaniyan û raya giştî ya demokraîtk, wasî û parêzerê Rêber Apo Mazlum Dînç jî, ji ber xetereya vîrusa Corona derbarê rewşa Îmraliyê de bi fikare.

Mazlûm Dînç xwest Rojek berî rojekê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk were.

Wasî û parêzerê Rêber Apo Mazlum Dînç ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û bal kişand ser tecrîda 21 salî û xetereya vîrusa Corona ya li Îmraliyê.

Mazlum Dînç bi bîr xist ku Rêber Apo 21 salin di bin tecrîdeke dijwar de li Îmraliyê tê girtin û got: Piştî 8 salan, di encama berxwedana grevên birçîbûnê de 2019″an de 5 hevdîtinên bi birêz Ocalan re pêk hatin. Ji 7’ê tebaxa 2019’an û vir ve, hevdîtinên me û birêz Ocalan asteng dikin. Tenê dîsa di encama çalakiyan de di 2″ê adarê de Mehmet Ocalan karî biçe hevdîtinê.

Mazlum Dînç bal kişand ser xetereya vîrusa Corona û got: Wezaretê bi xwe eşkere kir. Li girtîgehan 3 girtî ji ber vîrusa Corona mirin. Vê yekê wekî civakê fikarên me jî zêde kirin. Lewma divê bi awayekî zûtir pêşiya hevdîtina bi birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê were vekirin.

Wasiyê Rêber Apo Mazlum Dînç mafên hevdîtina malbat û axaftina bi telefonê ya girtiyan jî destnîşan kir û got: Tevî vê mafê û biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî, heta niha nehiştine birêz Ocalan bi telefonê biaxive. Bi heman rengî ev mafê 3 girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hatine desteserkirin.

Mazlum Dînç diyarkir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê mafê bi qanûnan hatiye destnîşan kirin, wekî şantaj û navgîna bazariyê bi kar tîne û biryaran jî, ne li gorî hiqûq û qanûnan, li gorî berjewendiyên siyasî tên dayin.

Mazlum Dînç di dawiyê de jî bi bîr xist ku ji ber 71 saliya xwe, Rêber Apo di nava komên bi rîsk de cih digire û xwest ku dawî li astengkirin û tecrîdê were anîn û bi awayekî zûtir pêşiya hevdîtinê were vekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv